5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-08-08 18:17:52   MÊRSÎN - Li Mêrsînê 5 kesên di encama serdegirtina hin malan a polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Mêrsînê di 5’ê tebaxê de polîsan bi ser hin malan de girtibûn û C.A.T., A.Ç., D.G., F.S. û A.T. binçavkiribûn. Kirariyên îfadeyan ên her 5 kesan li miduriyeta polîsan bi dawî bûn. 5 kesên ku li Edliyeya Mêrsînê ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan hatin wergirtin sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Mêrsînê hatin kirin. Dadgehê her 5 kes bi şertê kontrola edlî berdan.