KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin 2022-08-08 17:48:01   AMED - Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê tekildarî peymana promosyonê daxuyanî da û xwest ku peymana promosyonê bê nûkirin.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê bi daxwaza peymana promosyonê bê nûkirin li ber Şaxa Akbankê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Endam û rêveberên sendîkayên ku girêdayê KESK’ê ne tev li daxuyaniye bûn. Di daxuyanî de pankarta ku li ser “Promosyonên ku ji ber enflasyonê erzan dibin bila bên nû kirin” dinivîsî hate vekirin.    Daxuyanî Endama Egîtîm-Sen’a Hejmar 1’an a Amedê Medîne Mete xwend. Mete bi lêv kir ku ji ber enflasyon pir zedê bûye di serî de karker û karmend û hemû civak ji ber zeman di rewşeke xirab dane. Mete, diyar kir ku ji ber rewşa aboriyê her ku diçe xirab dibe peymana promosyonê ku berê hatibû îmzekirin karmendên cemaweriye têxe tengasiyê. Mete, axaftina xwe wiha domand: “Berê enflasyon ji sedî 20 bû lê niha bûye ji sedî 80, ji ber ve yekê promosyonên ku tên dayin jî be watê bûn. Ji ber wê daxwaza me ew e ku bila li gor zedê bûna enflasyona bankayan, peymana ku hatibû îmze kirin bila bê nû kirin û windahiyên aboriya kedkaran bê dabînkirin. Heke wisa nebe em ê pevajoya hiqûqî bidin destpêkirin û em ê dest bi çalakiyên bêîtîatiya bikin.”