‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’ 2022-08-08 16:48:29 WAN - HDP, OHD, ÎHD û Serhed Goç-Derê bal kişandin ser binpêkirina mafê penaberan ên li ser xeta sînorê rojhilat û bakur û gotin wezîfedarên dewleta Îran û Tirkiyeyê çavê xwe li sûcên bazirganên mirovan digirin û bi wan re hevkariyê dikin.    Komîsyona Koçberî û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê (Serhed Goç-Der), têkildarî binpêkirina mafên penaberên li ser xeta sînroê rojhilat û bakurê Kurdistanê ku zêde bûne û işkence li penaberan tê kirin, li ber kargeha Karîzma ya li bajêr daxuyanî dan.    ‘DIVÊ BAZIRGANÊN MIROVAN BÊN CEZAKIRIN’   Hevseroka Goç-Derê Gulşen Kurt di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku sînorên Tirkiyeyê ji bo penaberan bûye cihê kuştinê, zilmê, mirinê û her wiha di bin navê ewlehiyê de bûye cihê bazariya penaberan. Kurt da zanîn ku hema bêje her roj li xeta sînor agahiya îşencekirin, cihêkarî û kuştina penaberan tê û herî dawî li ser sînorê Îranê bazirganê mirovan li dijî penaberan îşkence kirine û ev dîmen jî belav bûn. Kurt got divê herêmên ser sînor ji aliyê dewletan û Yekitiya Ewropayê ve werin parastin û biele bibin. Kurt destnîşan kir li ser xeta sînorê rojhilat û bakur û gotin wezîfedarên dewleta Îran û Tirkiyeyê çavê xwe li sûcên bazirganên mirovan digirin û bi wan re hevkariyê dikin û divê ev bazargan bên cezakirin. Kurt anî ziman ku pêwîste demildest ev dewlet dest polîtîkaya zilmê berdin û lazim e mafê penaberan were parastin.