Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin 2022-08-08 16:22:27   RIHA - Li nêzî qereqolek leşkeriyê ya navçeya Serêkaniyê cenazeyek aydê zilamekî ku tê texmînkirin 30 salî ye, hat dîtin.    Li gundê Boztepe yê bi ser navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve li erdek beyar cenazeye welatiyek ku tê texmînkirin 30 salî hat dîtin. Şivanên li wir pezê xwe diçêrandin, cenaze dîtin û agahî dan Navenda Banga Lezgîn 112. Li ser gilîkirinê leşker û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo otopsiye rakirin Morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku cenaze nêzî qereqola leşkeriyê hatiye dîtin.    Nav û sedema kesê mirî nehat zanîn.