Girtiyên bi Covîd-19’ê ketin û yên din di heman qawîşê de tên ragirtin 2022-08-08 15:04:20   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Bolvadînê 4 girtî bi şewba Covîd-19’ê ketin. Hat zanîn ku girtiyên bi şewbê ketin û yên pê neketin li heman qawîşê tên ragirtin. Girtiyan bang li parastvanên mafên mirovan kirin ku li ser vê mijarê bisekinin.    Girtiyê bi navê Celal Înedî ku li Girtîgeha Bolvadîn a Afyonkarahîsarê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku ew jî di nav de 4 girtî bi şewba Covîd-19’ê ketine. Înedî, diyar kir ku nayên tedawîkirin di hucreyên yekkesî de nayên ragirtin û ev agahî dan: “Em û hevalên testa wan negatîf derketiye li heman qawîşê dimînin. Me xwest li hucreyeke cuda bimînin lê ev daxwaza me hate redkirin. Em bi xwe germahiya laş kontrol dikin û dişopînin. Pêvajoya dermanan nedayîne destpêkirin. Em rojên zehmet derbas dikin. Tirsa me ew e ku em hevalên xwe yên din jî bi şewbê bixin. Rêveberiya girtîgehê bi zanebûn me di heman qawîşê de dihêle. Banga me bo parastvanên  mafên mirovan ew e ku li ser vê mijarê bisekinin.”