Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê 2022-07-07 11:23:00 ŞIRNEX - Parka Melayê Cizîrî ya ku qeyûm ji Midûriyeta Perwerdeya Netewî re tahsîs kiribû veguheriye cihê çopê û her wiha daşirên li parkê jî naye paqijkirin.  Di pêvajoya ku Şaredariya Cizîrê di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû di 11 îlona 2016’an de yekem qeyûm hatibû tayînkirin, di qaseya Şaredariya Cîzîrê de, wê demê 36 milyon pere hebû û qeyûm şaredariyê xist bin 220 milyon û 793 hezar lîre deyn. Tevî avahiya şaredariyê ya xizmetê, du rêyên ku diçin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê, Meydana Cûmhûriyetê di nav de 12 neguhêzbarên şaredariyê piraniya wan ji Midûriyeta Polîsan a Navçeyê re, dewrî gelek saziyan hatibûn kirin. HDP di hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de bi dengê ji sedî 77 bi ser ket û şaredarî ji qeyûm girt. Şaredariya HDP’î ji bo ku nequhêzbarên ku qeyûm belavî saziyên cuda kiriye ji wan bistîne, doz vekir. Lê piştî 6 mehan şûnda dîsa qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û neguhêzbarên şaredariyê ji wan saziyan re hatin hiştin. Hat dîtin ku venêrîn û paqijiya neguhêzbarên ji saziyên cuda re hatine şandin, nayên kirin.   NIKARIN TÊKEVIN DAŞIRAN    Parqa Melayê Cizîrî ya li taxa Konaka Cizîrê ku li kêleka Çemê Dîcleyê ye ji Miduriyeta Perwerdeyê ya Netewî re hatibû tahsîskirin vegûheriye cihê çopê. Di daşirên ku ji cemaweriyê re vikirî ye de jî paqijî nayê kirin. Parq şînkahiya bajêr in lê ji ber bermayî û çopan bêhnekî genî li ser parkê belav dibe û kes nikare biçe nava parkê.    PARK JI ÇOPÊ XUYA NAKE    Welatiyek ku bi zarokên xwe re hatiye parkê û nexwestiye navê xwe diyar bike bal kişand ser çopa nava parkê û wiha axivî: “Hewa germ e, û ji bo ku em xwe hinek hênik bikin tên parkên li kêleka Çemê Dîcleyê lê ji çopê behtir em tiştekî nabînin. Kes eleqedar nabe. Ji ber piştguhkirina rayedar û kesên derdorê park ji parkbûna xwe derket û bûye cihê çopê. Em parkên paqij dixwazin. Park cihên ku mirov bêhnê bistînin ne cihê qirêjiyê ne."