Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir 2022-07-07 10:46:34 AMED - Rojnameger Yakûp Demîr dema li Sûrê dîmenên rageşiya ji ber hecizê di navbera polîs û esnafan de derketî dikişand, rastî êrişa parêzer Fevziye Karaer hat. Rojnameger Demîr, giliyê parêzera êrişkar kir.  Nûçegihanê ajansa me Yakûp Demîr duh li Sûr a Amedê dema rageşiya ji ber karûbarên hecizê ya di navbera polîs û esnafan de dikişand, rastî êrişa fîzîkî ya parêzer Fevziye Karaer hat ku endama Baroya Dîlokê ye. Di encama êrişa Karaer de biriyê Demîr teqiya. Demîr, piştî destwerdana polîs û esnafên li derdorê ji êrişa parêzer Karaer hate xelaskirin. Li ser vê yekê rojnameger Demîr çû Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û rapora derbkirinê hilgirt.    PIŞTÎ ÊRIŞÊ GEF XWARIN    Rojnameger Demîr piştî rapora derbkirinê, ji bo giliyê Karaer bike çû Qereqola Polîsan a Midûriyeta Emniyetê ya Sûrê. Parêzer Karaer bi hinceta ku di raporê de nehatiye zelalkirin bê ka birîn a nû ye yan na, li dijî raporê îtîraz kir. Li ser vê yekê jî Demîr cara duyemîn çû nexweşxaneyê û rapora ku birîn nû ye wergirt.    Parêzerên ku Karaer xistibûn navberê û polîsan hewl dan ku Demîr ji bo lihevkirinê qaneh bikin. Lê belê rojnameger Demîr lihevkirin qebûl nekir. Li ser vê yekê jî parêzer Karaer vêcarê bi devkî êriş kir û gef li Demîr xwarin. Karaer bi gotinên weke “ Tu kî yî ku dîmenê me dikişînî. Tu dê bibînî?” gef li Demîr xwarin. Her wiha ji bo Demîr ê biriyê wî teqandî jî got; “Niha biriyê xwe bi zanebûn li cihekî xistiye.”    ŞAHIDÊN BÛYERÊ: PARÊZER ÊRIŞ KIR   Rojnameger Demîr, giliyê Karaer kir. Karaer jî bi îdiayên “bêyî ku destûrê bixwaze dîmen kişandine” û “gef xwar” giliyê Demîr kir. Derheqê her du aliyan de jî karûbarên edlî hatin destpêkirin. Her wiha gotinên 3 esnafên şahid jî hatin guhdarîkirin. Esnafan diyar kir ku parêzer Karaer şimaqek li Demîr xistiye û êrişî wî kiriye.