Li çoltera Şaxê şer derket 2022-07-07 10:41:52   WAN - Li çoltera di navbera navçeyên Şaxê û Payîzavayê de leşker derketin operasyonê. Hat ragihandin ku di navbera leşker û endamên HPG’ê de şer derketiye û 4 leşker hatine kuştin.    Li çoltera di navbera navçeyên Şax û Payîzava yên Wanê de leşkeran operasyonek berfireh dabû destpêkirin û şer derket. Duh bi şev şer di navbera leşker û endamên HPG’ê qewiye û 2 leşker bi xedarî birîndar bûne Û wan rakirine nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Wanê. Hat diyarkirin ku di şer de 4 leşker hatine kuştin.