Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe! 2022-07-07 10:37:16 AMED - Roja ku qeyûmê Amedê yê bere Munîr Karaloglu ji wezîfeyê tê girtin, hat zanîn ku 615 hezar lire pere dide du şirketên aydê Îshak Baydaroglu ku jê re dibêje, “dostê min.”  Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 12’ê gulanê de qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û waliyê Amedê Munîr Karaloglu ji wezîfeyê girtibû. Derket holê ku roja Karaloglu ji wezîfeyê tê girtin, 615 hezar lîreyê tirk pere ji şirketa karûbarên teknîkê ya MKB û şirketa kare ragihandinê dike RNA’yê re ku xwediyê wê Mustafa Kurşat Baydaroglu û Îshak Baydaroglu yên birayê hev in re şandiye. Walî ji wan re gotiye “dostên min” û wek destebirakê xwe li wan nihêriye. Hat zanîn ku Serokê Daîreya Têkiliyên Gel, Weşan û Çapemeniyê Ramazan Kizilkaya yê di bin rêveberiya qeyûm de pere ji van her du şirketan re şandiye.    615 HEZAR LÎRE HATIYE RAZANDIN    Hat zanîn ku roja 12’ê gulanê ji şirketa MKB’ê re di bin navê “xebat û xizmeta ku di meha remazanê de hatiye kirin ku bigihîje girseyên mezin, ji bo malpera WEB’ê” 226 hezar û 560 hezar lire, ji şirketa RNA’yê re jî ji bo karûbarên amadekariya “Fetha Amedê ya 1383’yemîn” ku hatiye kirin re jî 194 hezar û 700 lîre hatiye şandin. Her wiha di 25’ê gulanê de jî ji heman şirketê re bi bayê bezê ji budçeya Daîreya Çapemeniyê 194 hezar û 700 lîre pere hatiye razandin.    HEVJÎNA SEROKÊ DAÎREYÊ JÎ GIRTINE KAR    Hat diyarkirin ku Kizilkaya yê ku Karaloglu wî ji Antalyayê aniye hefteyeke neçûye şaredariyê. Her wiha tê gotin ku hevjîna Kizilkaya Nîhal Kizilkaya jî 17 meh in ji Serokatiya Daîreya Çandê ya Şaredariyê bi awayek personela bankamatik meaş digire û tê îdiakirin ku Serokê Daîreya Çandê Alî Çelîk jî çavê xwe ji vê rewşê re girtiye.  Hat zanîn ku karmendiya bankamatîk a Kizilkaya di serdema qeyûmê nû Alî Îhsan Sû û Sekreterê Giştî Abdullah Çîftçî de dewam kiriye.    ME BERÊ JÎ ANÎBÛ ROJEVÊ    Ne berê jî ragihandibû ku qeyûmê bere Karaloglu ku di hezîrana 2020’yan de tayînî Amedê hat kirin, bi bihayê milyonek û 251 hezar lîre îhale daye van her du dostên xwe.    MA / Mujdat Can