Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe 2022-07-07 10:27:13   RIHA - Ferît Şenyaşar li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya edaletê didomîne. Şenyaşar, anî ziman ku sedema gelek krîzên li Tirkiyeyê bêedaletî ye û wiha got: “Heta ku bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe.”    Li Tirkiyeyê ji bo ku welatî mafên xwe yên di qanûnan de hatine destnîşankirin bikarin bi kar bînin, edliye anku “saziyên dewletê yên peywira hiqûq û edaletê bi cih tînin” weke avadaniyên fermî hatine diyarkirin. Ji ber ku li eywanên dadgehan ên nivîsa “Edalet bingeha milkiyetê ye” lê hatiye nivîsandin daxwaza wan a edaletê pêk nehat, welatî bi çalakî û xwepêşandanên cuda hewl didin dengê xwe bi raya giştî bidin bihîstin.   Dayikên Şemiyê bi têkoşîna xwe ya domdirêj a 900 hefteyan bangî wijdana raya giştî dikin, malbatên 33 kesên di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê hatine qetilkirin ev 83 meh in di 20’ê her mehê de, 19 jê zarok bi giştî ji bo qetilkirina 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de bi balafirên artêşa tirk li Roboskê hatine qetilkirin Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê ev 126 meh in di 28’ê her mehê de, ji bo 104 kesên di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê ji hêla DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin jî ev 80 meh in têkoşîna edaletê tê meşandin.  ROJ BI ROJ LÎSTE DIRÊJTIR DIBE   Malbatên Geziyê, malbata Medenî Yildirim ê ji hêla leşkeran ve hatiye qetilkirin, malbata Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatiye qetilkirin, malbata Servet Turgut ê li Wanê ji helîkopterê hatiye avêtin û qetilkirin, malbata Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê rastî êrişa zayendî ya sîstematîk hatî, malbata Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê cenazeyê wî li pey panzerê hatiye girêdan û kaşkirin, malbata Dedeogûllari ku li Konyayê di encama êrişa faîst de hatibûn qetilkirin û hêj gelek malbatên din ev bi sala ye li edaletê digerin.    BI ÇALAKIYA XWE BÛN HÊVÎ   Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir û ji malbatê 3 kes qetilkirin. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû ev nêzî 4 sal in bi têkoşîna xwe ya edaletê bûn sembol. Li gel astengiyên demsalî û fîzîkî jî ev 485 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dikirin. Bi vê têkoşîna xwe bo malbatên girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û yên nexweş jî bûn hêvî. Malbatên girtiyan ên li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê Nobeta Edaletê digirin, bi çalakiya xwe balê dikişînin ser rewşa girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û yên nexweş. Yek ji malbatên din ên ji têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar cisaret girtî jî malbata Doku ye. Ji 5’ê çileya 2020’an heta niha ji xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku agahî nayên girtin. Ji bo vê jî malbata wê gelek caran li Dêrsim û deverên cuda Nobeta Edaletê girtin û hewl dan dengê xwe bi raya giştî re parve bikin.    ‘EDALET, BIWIJDANBÛN E’   Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar bênavber Nobeta Edaletê didomîne, têkildarî bêhiqûqiyê bi destê darazê li Tirkiyeyê tên kirin û lêgerîna wan a ji bo edaletê bi ajansa me re axivî. Şenyaşar, pirsa “Edalet çi ye?” wiha dibersivîne: “Edalet, mirovbûn e. Edalet, xwedîwijdanbûn e. Edalet ew e ku mirov insaniyeta xwe ji bîr neke. Beriya komkujiyê ev têgeh bo me têgehekî ji rêzê bû. Beriya komkujiyê tu carî rêya me bi edliye û qereqolan neketibû. Lê piştî komkujiyê, pêşiya edliyeyê bû mala me ya yekemîn. Hem li kargeha meû hem jî li nexweşxaneya dewletê li ber kamerayên ewlekariyê komkujî li me hate kirin. Bi sedan şahidên vê komkujiyê hene. Dema mirovek gava xwe diavêje nexweşxaneyê êdî dikeve bin mîsogeriya ewlekariya dewletê. Êrişa parlamenter (Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î) û malbata wî ya li dijî me, di heman demê de êrişeke li dijî îradeya dewletê ye. Bi ser re 4 sal derbas bû lê hêj jî biryara nepeniyê ya li ser dosyayê berdewam dike.”    ‘DEWLETA BÊEDALET’   Bi domdarî Şenyaşar pirsên “Di bûyereke ku bi sedan şahidên wê hene de çima hêj jî biryara nepeniyê heye? Kî dikare vê rewşê rave bike? Gelo zimanê hiqûqê dikare vê rewşê vebêje?” kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê derê tenê ferman û hiqûqa serdestan derbasdar in. Daxwaza edaletê ya hemû hemwelatiyan çi be ya me jî ew e. Em, ji bilî vê tiştekî din naxwazin. Hevsengiya cîhanê li ser edaletê hatiye avakirin. Gotinek heye ku dibêjin, ola dewletê edalet e. Heke teraziya edaletê ya welatekî xerab bibe, li wê dewletê bêaramî û alozî dest pê dike. Nebaşî lê zêde dibe. Heke edalet nebe wê demê sûcdar li nava civakê digerin û ji necezakirinê sûd digirin û sûcên xwe didomînin. Heke li dewletekê edalet tune be,  kesên ew edalet ji holê rakirine dê zû yan jî dereng êşa wê bikişînin. Di dîrokê de mînakên vê pir in. Heta edalet nebe pergal nabe û dewleteke ne bi edalet jî neçarî hilweşînê ye.”    ‘GELEK BÊEDALETÎ HENE’    Di berdewamê de Şenyaşar da zanîn ku carnan nobeta xwe ya li pêşiya Edliyeya Rihayê li derveyî bajêr jî berdewam kirine û ev tişt anî ziman: “Bêedaletiya heyî niha bandor li gelek derdorên civakê kiriye. Çalakiya me jî bo gelek malbatan bû hêviyek. Bêedaletî ne tenê li hemberî me lê gelek bêedaletiyên vî rengî hene. Di Doza Pinar Gultekîn de li dijî biryara daxistina cezayê faîl Cemal Metîn Avci ya bi îdiaya ‘tehrîkkirina nerewa’ çalakiya Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Malbata Gulistan Doku dest bi nobetê kir. Biryarên dadger û dozgeran ên li deverên cuda yên Tirkiyeyê wijdana civakê diêşînin. Ev yek jî berê civakê dide têkoşîna edaletê.”    ‘JI BO BAWERIYA ABORIYÊ HEWCEHÎ BI EDALETÊ HEYE’   Şenyaşar, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek krîz bi hev re tên jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala qeyrana aboriyê tê kirin. Her çend ku qeyrana aboriyê jî be, mîna vê krîzê di bingeha gelek krîzên din ên li Tirkiyeyê de bêedaletî heye. Heta bêedaletî bi dawî nebe dê Tirkiye biaram nebe. Ji bo baweriya bi aboriyê jî hewcehî bi edaletê heye. Heta ku ev dayik (Emîne Şenyaşar) li pêşiya edliyeyêr ûne, dê aramî neyê vî welatî. Di 20’ê tîrmehê de betlaneya dadî dest pê dike. Dê dadger û dozgerên edliyeya ku em li pêşiya wê nobetê digirin biçin betlaneyê. Dozger her roj vê bêedaletiyê dibînin û wisa dikevin edliyeyê. Malbatên van dadger û dozgeran jî hene. Gelo dadger û dozgerên ku bûna şirîkên vê zilmê dê çawa betlaneyê bikin?”    ‘TÊKOŞÎNEKE MIROVÎ YE’    Herî dawî jî Şenyaşar bang li parastvanên mafên mirovan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li her deverê pêdivî bi edaletê heye. Em têkoşîneke mirovî didin. Di serî de rêxistinên hiqûqî, banga me ji bo hemû saziyên demokratîk ev e; divê em têkoşîna xwe ya li dijî vê bêdaletiyê mezintir bikin. Her kesê ku ji bo Tirkiyeyê pêşerojeke baş hêvî dike divê xwe ji vê têkoşînê negire. Tişta ku bi serê me hatiye dibe ku sibe dusibe bi serê her kesî were. Hêj bi serê we nehatî jî hewceye hûn li cem mazluman cih bigirin. Birayê me ev 4 sal in bi awayekî derhiqûqî girtî ye. Dayika min her roj li pêşiya vê avahiya edliyeyê digirî. Heta ku ev zilm bidome, dê Tirkiye tu carî biaram nebe.”    MA / Emrûllah Acar