Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket 2022-07-07 10:13:05 AMED - Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê, “Çend Kêlî ji Zindanê” piştî 14 salan ji weşanxanêya JJ’yê derket. Nivîskar Qazî ku bîranînên xwe yên 15 salên di girtîgehê de wekî pirtûk kom kiribûn, ji ber derfetan karî piştî 14 salan weke pirtûk çap bike. Polîtîkayên dewletê yên bişaftine li ser ziman, çand û hûnera kurdan bi salan e benavber didome. Ji ber polîtikayên dewletê gelek nivîskar, siyasetmedar û kurdên ku li hemberî polîtikayên dewletê derketine di girtîgehan de ne. Nivîskar û Mamostayê zimanê kurdî Adil Qazî jî yek ji wan e. Nivîskar Adil Qazî di sala 1993’an de ji ber xebatên xwe yên siyasî li Swedê tê girtin û li wir radestî Tirkiyeyê tê kirin. Qazî 15 salan di girtîgehê de ragirtî dimîne û di sala 2008’an de jî tê berdan. Qazî, girtîgehê wekî cihekî akademî penase dike û dibêje, ‘Min di nav çar diwaran de xwe nas kir.’ Qazî, di girtîgehê de fêrî nivisîne dibe û bîranînên xwe yên girtîgehê wekî roj nivîsk di pirtûkekê de kom dike, lê ji ber derfetan nikare çap bike. Pirtûka Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan ji weşanxaneya JJ’yê derket.  Nivîskar Qazî di heman demê de jî redekteya pirtûken ku ji girtîgehe derdikevin dike. Em li ser pirtûka wî û wêjeya girtîgehê bi nivîskar Qazî re axivîn.   ‘NIVISÎN XEYALÊN NÎVCOMAYÎ RADIKE LI SER PÊYAN’   Nivîskar Adil Qazî, anî ziman ku di girtîgehe de ferî nivîskariyê û nivîsîna kurdî dibe û bîranînên xwe yên girtîgehê wekî rojnivîsk di pirtuka bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ de kom dike. Qazî, bi lêv kir ku di girtîgehê de nivisîn xeyalên ku nîvcomayî radike li ser pêyan û wiha qala pirtûka xwe kir: “Di 21 Adara 2000’an roja Newrozê de min dest bi nivisîne kir. Jiyana me ya girtîgehe, tiştên ku min jiyane, hevalên girtîgehê û hêstên xwe wekî rojnivîsk min nivisî. Pirtûk beriya 2 rojan ji weşanxanêya JJ’yê hat weşandin. Armanca min ew bû ku tiştên ku me di girtîgehe de jiyane wekî belge ji pêşerojê re bimînin. Bi ve armancê bîranînên xwe yên girtîgehê yên 15 salan min wek rojnivîsk di pirtûkekê de kom kirin.”   ‘DI GIRTÎGEHE DE NIVISÎN TEKOŞÎNEK PÎROZE’    Qazî, diyar kir ku mirov ne tenê li derve di nav çar diwaran de jî ji nivisîne îlham digire û li ser nivîskariya girtîgehe ev tişt anin ziman: “Hevî û xeyalên mirov, dema asoya mirov fireh kir mirov dikarê xwe ji nav çar dîwaran derxe. Çar dîwar jî peyamên pir heja dide, yanî êrişên dijmin jî tena serê xwe pêyamek bû. Yanî ji bo îlhame ne hewceye tu li ber çiyayekî an jî li ber çemekî bî di nav tengasiya çar dîwaran de jî îlham heye ji bo nivisînê. Di girtîgehe de pir tişt hene ku hêjayê nivisînêne, nivisîn ne tenê bîranînên girtîgehê ne, doza gelekî, felsefeya û dîroka wî gelî ye. Li her aliyê civakê tu hişê xwe kom dikî û wekî plansaziyek dinivîsî. Di girtîgehê de nivisîn jî têkoşînêk pir hêja û pîrozê.”    WÊJEYA GIRTÎGEHE   Di berdewama axaftina xwe de Qazî destnîşan kir ku pirtûkên ku ji girtîgehê derdikevin bi zor û zehmet tên redekte kirin û weşandin, ji ber we jî wî piştî ji girtîgehê derdikeve dest bi redekteya pirtûkên ku ji girtîgehan derdikevin dike. Qazî derbarê redaksiyona pirtûkên ku ji girtîgehê derketine de jî ev agahî da: “Ji bo ku berhemên wan bigihînin gel redekteyê  dikim. Ji lenûskê derbasî kompîturê dikim û dişinîm wêşanxaneyê. Hêta niha jî, gelek pirtûkên ku ji girtîgehe derketine me redekte kirin. Mînak di du salên dawi de pirtûka Mehmet Yoldaş a bi navê ‘Hoşça Kal Dersim’ ku bîranîn xwe yên gerîlatiyê wekî helbest nivisî bû, me di weşenxaneya JJ’yê de çap kir. Pirtûkeke din jî ya wî ya helbestê heye hatiye redekte kirin niha li benda çapkirinê ye. Herî dawî jî pirtûka bi navê ‘Heqîqeta Sterkan’ ku Mahîr Tekîn( Rênas) ê di Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê ragirtiye nivîsandiye jî ji weşanxanêya JJ’yê hate weşandin. Ew pirtûk li ser bîranînên 9 gerîlayên ku li Çewligê ji bo nekevin destê dijmin bombe bi xwe ve teqandibûn hatiye nivisîn. Ew jî nû hat weşandin.”   ‘ZIMAN NEMIR E, DIVÊ NEMIRE’   Qazî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa wêjeya kurdî û ji bo xwedî derketina ziman û wêjeya kurdî ev bang li gel kir: “Xwendina pirtûkan pir kêm e. Her ku diçe jî kêmtir dibe. Sedem jî polîtikayên dewletê yên bişaftina li ser ziman û çanda kurdî ne. Derfetên xwendin û hîn bûna kurdî pir kêmin. Ev ne tenê pirsgireka gel e. Divê mirovên hişyar, zana xwe bigihînin gel û di nav gel de bin. Heke tu nekevî nav gel, gel dê çi bike. Yanî ez xwe jî deyndar dibînim divê em xwe bigihînin gel ku, gel jî xwedî li me derkeve. Lê divê gel jî li ber xwe bide. Em di rojên pir zor û dijwar de derbas bûne, divê em ji wan rojan hêz bigrin û li ber xwe bidin. Heke em nikarin tiştekî bikin jî divê em zimanê xwe biparezin. Bi zimanê xwe bigirîn, şa bibin, bixwînin, biaxivin û bertekên xwe jî bi zimanê xwe bidin. Berî her tiştî divê em ji zimanê xwe hez bikin. Ziman nemire divê nemire.”    MA / Mahmût Altintaş