Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e 2022-07-07 09:53:06 AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan detsnîşan kiriye ku NATO ji bo bidestxistina hin tiştan di mijara kurdan de hin tawizan dide Tirkiyeyê û gotiye AKP jî di polîtîkayên Înghilîz-DYA-NATO'yê de amûrek e.  Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ku bi nîqaşên ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê bûbû rojev, li ser dijberiya li hemberî kurdan bi Tirkiyeyê re li hev kir û ji bo vê civînek li dar xist. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ewilî ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê gotibû "beleheq xwe newestînin" lê paşê dest ji biryara xwe ya vetokirinê berdabû. Piştî vê ji bo guftûgoyê gazî Swêd û Fînlandiyayê hatibû kirin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê sibata 1999'an ve di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ye di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re tim awayê rêxistinbûna NATO'yê, têkiliya wê ya bi Tirkiyeyê û planên wê nirxandibûn.    LÎSTIKÊN KAPÎTALÎZMA GLOBAL   Ocalan di hevdîtina xwe ya 24'ê Adara 2010'an a bi parêzeran re li ser lîstikên kapîralîzma global ên li ser herêmê sekiniye û gotiye: "Navenda van lîstikan Londra ye. Li paş van lîstikan jî Îngîltere û DYA hene. Ev hêz, niha NATO'yê jî bi kar tînin û dixwazin van polîtîkayên xwe pêk bînin. Ji sala 1985'an heya niha ev hêz 25 sal in li ser me hûr bûne. Jixwe ji wê çaxê heya niha helwesta Almanyayê ya li hemberî me tê zanîn."   BERDEWAMA GLADIOYÊ: JÎTEM   Ocalan aniye ziman ku polîtîkayên NATO'yê yên li ser Tirkiyeyê di ser Almanyayê re tên zeximkirin û gotiye: "Almanya stûna herêmî ya polîtîkayên NATO'yê ne yên li ser Tirkiyeyê. Almanyayê jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên NATO'yê pêk anîn. Ji sala 1999'an ve, 15 salan JÎTEM'ê li hemberî em bi kar anîn ku ev stûna NATO-Gladioyê ya li Tirkiyeyê ye. Ji sala 1985'an heya sala 1999'an piraniya polîtîkayên NATO'yê yên li ser Tirkiyeyê di ser Almanyayê re dihatin pêkanîn, li Tirkiyeyê jî ev polîtîka bi destê JÎTEM'ê hatin pêkanîn ku ev berdewama wan a li Tirkiyeyê bû. A rast Ergenekon piştî deşîfrebûna JÎTEM'ê hat avakirin. JÎTEM di sala 1999'an de hat fesixkirin û li şûna wê Ergenekon ket dewrê."    TAWIZÊN HATINE DAYÎN   Ocalan bi lêv kiriye ku NATO beranberiya hin tiştan di warê mijara kurdan de hin tawiz dane Tirkiyeyê û wiha gotiye: "NATO, gava desthilatên Tirkiyeyê derî xwestekên wê tevbigerin kêliyekê jî nafikirin û ser wan xêz dikin. Lê Erdogan vî tiştî nabîne. Menderes dê biçûna Rûsyayê, lewma ew ji navê rakin. Demîrel, ew jî dê biçûna Rûsyayê, wî jî ji navê rakirin. Paşê ji ber ku Ecevît di çarçoveya operasyona Iraqê de tawiz nedan bi tenduristiya wî lîstin û wî jî ji navê rakirin. Piştî wî AKP'ê anîn. Jixwe wê demê 'Projeya Îslamiya Nerm' a DYA'yê jî hebû. AKP jî rastî vê hast û ew kirin desthilatdar."    ‘AKP AMÛREK NÛ YE'   Ocalan destnîşan kiriye ku AKP pêkanînerê polîtîkayên Îngilîz-DYA-NATO'yê ye û got: "AKP ji bo van polîtîkayan amûrek nû ye. Ji xeynî vê tu wateyeke AKP'ê tune ye. Niha bi destê AKP'ê gelek tiştan pêk tînin. A rast ne yên piştgiriya AKP'ê dikin ne jî kurdên di nava AKP'ê de haya wan ji tiştekî tune ye. Tenê Erdogan bi meseleyê dizane. Tenê Erdogan û Başbûg hay ji vê rewşê hene. Ev kes her hefte civînê çêdikin û diçin derveyî welêt meseleyên li ser kurdan nîqaş dikin û biryarê digirin. Biryara van operasyonan di van civînan de tên girtin. Divê ev bi vî awayî bê zanîn."    ÇEWISANDINÊN DYA'YÊ   Rêberê PKK'ê aniye ziman ku DYA bi ser kurdan de çûye û gotiye "bibin parçeyeke koalîsyona AKP'ê" û gotiye: "Peyama wan ev qasî zelal e. Neyteke AKP'ê ya ku meseleyê çareser bike tune ye. Wekî wê çareser bieke xwe dide nîşandan, lê çareser nake. Polîtîkayên DYA'yê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de dikare ji ber kirinên xwe paş de jî gav bavêje. Ji lew re tu bingeheke qanûnî ya van gavên wan tune ye. Divê ev tişt bên dîtin. Kurd divê van ferzkirinên li hemberî xwe baş fêm bikin. Ji xeynî vê wekî din tiştekî ku bikin tune ye. Herî zêde li Ewropayê operasyonek du operasyonan bikin. Ji xeynî vê tiştekî ku bi gefxwarinê bikin tune ye. Gelê me yê li Ewropayê divê li hemberî van kirinan têkoşîna xwe bilind bike, rêxistinbûyîna xwe xurt bike û xwedî lê derkeve."    PEYAM JI BO TALABANÎ Û BARZANÎ   Ocalan di nirxandina xwe ya 31'ê Adara 2010'an de peyamine girîng dane Talabanî û Barzanî jî û wiha axivî ye: "Dibe ku bi encama hilbijartinê re li Iraqê pêvajoyeke tasfiyekirinê dest pê bike, ez hişyar dikim. Dê wê avaniya te ya biçûk bi ser serê te de hilweşînin, dê we nas nekin. Ez we hişyar dikim, ne Helebçeyek, dibe ku deh Helebçe rû bdiin. Dê her tiştî yeko yeko ji we bistînin. Dê Kerkûkê ji bo we bikin xeyal. Dibe ku Kerkuk ji dest kurdan biçe, tewa dibe cihên din jî, Hewlêr, Silêmanî jî ji dest biçe. Tu yê di wexte tiştên divê nekî, niha jî tu yê qîma xwe bi encamên hilbijartinê neynî, wisa nabe... Komplo, mezin e, yekpare ye. Armanca wê tevahiya Kurdistanê ye. Li paş komployê DYA, NATO heye. Bila pişta xwe nedin DYA'yê, divê tevahiya komployê bibînin. Dê destûra pergaleke kurd nedin. Bila bi AKP'ê nexapin."    TUNEKIRINA KURDAN   Ocalan di hevdîtina xwe ya 18'ê Gulana 2021'ê de diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi piştgiriya NATO û DYA'yê tevahiya kurdan qir bike û tasfiye bike û gotiye: "Li Rojhilata Navîn bi beranberiya piştgiriya Tirkiyeyê dê serê kurdan bê dayîn. Di vî warî de bi DYA'yê re li hev kirine û ev peyman li ser qirkirina kurdan e. Berê DYA û Tirkiye di warê Rojhilata Navîn de tam li hev nekiribûn, ji ber kurdna tam li hev nedikirin. Ji ber kurdan hin nuans, hin nelihevkirinê biçûk hebûn. Lê niha ew elihevkirin jî çareser kirine. Rewşa niha, wekî lihevkirina di hevdîtina Erdogan-Bûsh de ye, hevdîtina di 5'ê Mijdara 2007'an de. Beranberiya piştgiriya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn di şexsê KCK'ê de serê kurdan e. Peyman ev e!"    AKP XWE RADESTÎ DYA'YÊ KIRIYE   Rêberê PKK'ê Ocalan di heman hevdîtinê de destnîşan kiriye ku DYA li Rojhilata Navîn xwedî polîtîkayên nû ye û gotiye: "Berê di warê polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn de di navbera DYA û YE'yê de ferqek hebû. Hin nuansên biçûk hebûn. Lê ew ferq jî ji holê hatiye rakirin. Bi hev re hereket dikin. Ji ber hindê AKP jî ji bo xwe bi xelasê bxe xwe radestî van polîtîkayên DYA'yê kiriye. Hema bibêje xwe avêtiye nigê wan û hewl didin desthilata xwe bidomînin. Lewma kurdan difiroşe. Tirkiye bi temamî bi DYA'yê re li hev kiriye û ji bo vê jî hemû derfetên xwe seferber kiriye. Girêdayî vê kurdan jî bi vê polîtîkayên firotiye. Kurdên Sûrîyeyê jî di nav de."    MA / Mujdat Can