Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin 2022-07-07 09:26:28 EDENE - Di lêpirsîna der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Bînevşê hatibû destpêkirin de ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ya 27’ê hezîranê der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê daye destpêkirin de li Edene, Mêrdîn, Wan û Amedê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” , “Ser navê rêxistinê xebat meşandine” li ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtina Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê û gelek malan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bajarê Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş û endamê Meclisa Partiyê Ahmet Yildiz jî di nav de bi giştî 37 kes hatin binçavkirin.   37 kesên hatin binçavkirin piştî 10 rojên binçavkirinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Bi bidawîbûna karûbarên îfadegirtinê ya li edliyeyê jî dozgeriyê bi daxwaza girtinê şand 2'yemîn Dadgeha Sûlh Ceza ya Edeneyê. Ji binçavkiriyan endamên Komeleya Çand û Huner a Binevşê Îlyas Arzû, Ayşe Irmak, Mehmet Sarûhan û Mûrat Gurbuz hatin girtin.