'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e' 2022-07-07 09:01:53 ENQERE  - Hudeyda Çelîkol ku ji Wanê tev li kongreya HDP'ê bû got: "Ocalan rêberê gelê kurd e. Dixwazin qebûl bikin, dixwazin qebûl nekin. Ger hûn ji zarokekî 6 salî bipirsin dibêje 'Serok Apo.' Em çareseriyê dixwazin."  Polîtîkaya serdema nû, stratejiya hilbijartinê û peymaên ji bo pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê yên 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tên nîqaşkirin. Bi deh hezaran kes ji gelek bajarên Tirkiyeyê tev li kogreyê bûn. Welatiyên tev li kongreyê bûn atmosfera kongreyê nirxandin.    Huseyîn Erdogmûş ku ji Denîzliyê tev li kongreyê bûbû wiha got: "Em bi salan e li Rojhilata Navîn dijîn. Kurd mirovên bixîret in. Jiyan be divê jiyaneke demokratîk be. Pêdiviya me bi jiyaneke mirovane û serbixwe heye. Em dixwazin di civakeke demokratîk de bijîn. Em jiyaneke dijî cihêkariyê dixwazin. Serokên me jî û vîna me ya siyasî jî tim doza vê dikin."    ‘BERSIVEKE MEZIN'   Erdogmûş jî bal kişzand ser tahde û zilma li gelê kurd tê kirin û wiha domand: "Kongreya me bersiveke mezin da zilmê û îşkenceyê. Dê ev zilm û tahde heya ku derê wisa bidomin. Divê em bi awayekî azad bijîn û biaxivin. Ji bo bidawîbûna van çewisandinan welatekî demokratîk şert e."    ‘EM DOZA HEQÊ XWE DIKIN'   Hudeyda Çelîkol ku ji Wanê tev li kongreyê bûbû jî destnîşan kir ku huner, çand û zimanê kurdî tune tê hesibandin û ji bo kesên ku dibêjin "birayên min ên kurd" jî ev tişt anî ziman: "Biratî bi vî awayî nabe. Dibêjin, 'kurd tune ne.' Îca ev girse çi ye? Vîna 40 milyon kurdan li vê derê ye. Kes nikare vê yekê înkar bike. Parlamenter girtî ne, qeyûm avêtine şaredariyên HDP'ê. Vîna gel înkar dikin. Çima hûn vî gelî înkar dikin? Em doza mafên xwe dikin."    ‘BIJÎ SEROK APO’    Çelîkol bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ocalan rêberê gelê kurd e. Dixwazin qebûl bikin, dixwazin qebûl nekin. Ger hûn ji zarokekî 6 salî bipirsin dibêje 'Serok Apo.' Em çareseriyê dixwazin. 40 sal in têdikoşe. Êdî bes e. Bila ev tecrîd bi dawî bibe. Em çareseriyê dixwazin. Em wekheviyê dixwazin û doza mafên xwe dikin."    ‘KONGRE SERHILDANEK BÛ'   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Seyfettîn Eren jî axivî ku ji Edeneyê beşdarî kongreyê bûbû û ev tişt anî ziman: "Ev kongre ji bo min girîng bû. Hem li dijî tecrîda li ser Ocalan hem jî li dijî hemû girtin û çewisandinan peyamek bû. Di heman demê de serîhildanek. Bi beşdarbûna gel, bi peyamên xwe kongreyeke mezin hat lidarxistin. Divê em ji niha û pê ve têkoşîna xwe û coşa xwe bidin der. Ger pratîka hin tiştan bê kirin dê gavên mezin bên avêtin."