Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne 2022-07-07 09:01:12 AMED - Sûzan Oz, dayika girtiya nexweş Dîlek Oz a 52 salî destnîşan kir ku keça wê êdî ji ber nexweşînan nikare di girtîgehê de bimîne.    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan yek jê jî Dîlek Oz a 52 salî ye. Oz, di Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê de ye. Oz 28 sal berê gava xwendekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê bûye li Enqereyê hatiye binçavkirin û piştî 20 rojan hatiye îşkencekirin ew birine Stenbolê û li vir li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekpareyî û yekîtiya dewletê" 36 sal ceza lê hatiye birîn.    GELEK NEXWEŞÎN LÊ PEYDA BÛNE   Dayika Oz, Sûzan Oz diyar kir ku keça wê ewilî di Girtîgeha Bayrampaşayê de maye û paşê ew birine Girtîgeha Gebze û ji wir jî ya Bûrdûrê û niha di Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê de ye. Oz bi lêv kir ku ji roja ku hatiye girtin heya niha di girtîgehê de gelek nexweşîn li keça wê zêde bûne.    ‘JIYANA WÊ DI GIRTÎGEHÊ DE DERBAS BÛYE'   Oz diyar kir ku herî dawî duşema borî çûye girtîgehê keça xwe dîtiye û wiha got: "Keça min di 24 saliya xwe de hat girtin. Keça min beşa ku hez jê dikir dixwend. Digot, 'ez ê bibim rojnamevan.' Sala ku dê mezûn bûya hat girtin û 28 sal in di girtîgehê de ye. Jiyana wê di girtîgehê de derbas bû. Di girtîgehê de nexweşîna dil, nexweşînên kronîk, astimeke giran lê peyda bû. Kesekî ew qas nexweş çima nayê berdan? Du salên keça min mane. Nexweşînên wê giran bûne û nikare di girtîgehê de bimîne. Êdî ez bûme 72 salî û gelek enxweşînên min jî hene. Berî bimirim dixwazim keça xwe bibînim."    ‘HIQÛQEK CUDA JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ'   Oz bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş da û got: "Kujerên jinan, tecawizkar û çeteyên tiryakê berdidin. Lê gava mesele dibe girtiyên siyasî hiqûqek cuda dikeve dewrê. Ev dubendî ye û nayê qebûlkirin. Her kes divê di warê girtiyên nexweş de hesas be. Êdî bila cenazeyên girtiyên enxweş ji girtîgehan dernekevin."