Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn? 2022-07-07 09:00:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Koma PDK'ê ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl gotibû ew û Tirkiyeyê bi hevkarî li dijî PKK'ê şer dikin. Jinên êzidî bertek nîşanî axaftina Dexîl dan û wiha gotin: "Ev axaftin îlana dijminahiya li dijî êzidiyan e. Ew kesên ku Viyan Dexîl rizgar kirin kî bûn?"  Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Seroka Koma PDK'ê ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl di civîna li Stenbolê ya têkildarî koçberan de bilêv kiribû ku ew li gel dewleta Tirkiyeyê li dijî PKK'ê şer dikin û gotibû divê hevkariya bi Tirkiyeyê re hîn zêdetir be da ku PKK'ê xelas bikin.    Endama Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) Macîde Dexîl û endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Naam Bedel bertek nîşanî vê axaftina Dexîl dan û gotin ev axaftin erêkirina qetilkirina civaka êzidî ye.    'CIHÊ RÛREŞIYÊ YE'    Endama PADÊ Macîde Dexîl axaftina Viyan Dexîl şermezar kir û got, di şexsê PKK'ê de ev gef li civaka êzidiyan hatiye xwarin û wiha domand:"Her gav gefê li Şengalê dixwe. Ew jî jineke êzidî ye. Em dixwazin ku ew jî li ser pirsgirêkên Şengalê biaxive. Di her axaftina xwe de xiyanetê li xwe û qewmê xwe dike. Bi van gotinan di serî de xiyanetê li xwe dike û piştre jî li civaka êzidî dike. Li serê çiya balafira wê ket û PKK çû hawara wê û ew rizgar kir û tedawî kir. Gefa ku li PKK'ê tê kirin li Şengalê tê kirin. Ji xeynî van gefan bila ji civaka xwe re tiştekî bike. Her roj gefan dixwin. Viyan Dexîl li şûna ku çû gel PDK'ê bixebite bila bihata di partiyên ku civaka wê û heqê wê diparêzin de bixebitiya. Were ji civaka xwe re bixebite. Li Şengalê PKK tune ye. Gelo beriya fermanan jî qey PKK li vir bû? PKK li Şengalê be û ne li Şengalê be wê êzidî her tim piştgiriyê bidin wan. Li ku ji PKK'ê re pirsgirêk derbikeve wê êzidî bi hawara wan ve biçin. Ew roja ku her kesî pişta xwe daye êzidiyan PKK'ê alîkariya wan kir. Tu caran qenciya wan nayê jibîrkirin. Em çi ji wan re bikin jî kêm e, lê ne zêde ye. Heger îro bi hevkariya Tirkiyeyê li PKK'ê bide wê destpêkê ew zirarê bibîne. Heke ku ew êzidî be bila ji van gotinên xwe şerm bike. Divê ku ew şev û roj ji bo Şengalê bixebitiya û ji bo Şengalê tiştek bikira. Heke ku îro jineke êzidî ji bo Tirkiyeyê bibêje pêdiviya me bêtir bi hevkariyê heye, ev cihê rûreşiyê ye."   'EW KESÊN KU EW RIZGAR KIRÎ KÎ BÛN?'    Ji koordînasyona TAJÊ Naam Bedel jî bertek nîşanî axaftina Dexîl da û diyar kir ku ew vê axaftinê qebûl nakin û wiha pê de çû: "Îro li Şengalê bi dehan keç û xortên êzidî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Van keç û xortan Şengal ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Ev gotina Viyan Dexîl bêrêziya li hemberî van şehîdan e. Tu dera Şengalê nema ye ku ciwanek lê şehîd neketiye. Ev zarokên êzidî hemû bi destê Tirkiyeyê ya ku piştgirî dide DAIŞ’ê hatin qetilkirin. Ev kes bi piştgiriya kesên weke malbata Barzanî û kesayetên weke Viyan Dexîl hatin qetilkirin. Civaka êzidî wê wan efû neke. Ew kesên ku Viyan Dexîl îro wan tehdît dike, wan kesan em ji fermanê xelas kirin, Şengalê azad kirin. Bi saya wan şengalî vegeriyan warê xwe. Her qetlîamek li dijî êzidiyan bi destê Tirkiyeyê hatiye kirin. Hê heta niha jî dewleta tirk li pey qirkirina êzidiyan e. Em wê axaftina wê qebûl nakin. Ji sala 2014'an heta niha Viyan Dexîl ji civaka xwe re û jinên êzidî re tiştek nekir. Em wê tu caran qebûl nakin. Diçe li gel Erdogan rûdinê em ê çawa qebûl bikin? Ew kesên ku ew rizgar kirin kî bûn gelo? Ne ew û ne jî Erdogan nikare PKK'ê xelas bike. PKK ne partiyeke, PKK fikrek e. Ew ne hilbijêra me ye. Li ber çavê me tenê di parlementoyê de parlementerek e. Ne em pişta xwe bi wê germ dikin û ne jî em wê êdî qebûl dikin."   'EV GOTIN GEF E'   Bedel di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku hevkariya bi dijminê êzidiyan re îlana dijminatiya civaka êzidî ye û axaftina xwe wiha qedand: "Ev polîtîkaya ku ew didin meşandin wê li herêmê bi xwe re aloziyan bîne. Hê jî gorên komî yên êzidiyan nehatine vekirin. Bila ji wan şerm bike. Bi van gotinan dibe sedem ku Tirkiye êrişê bine ser Şengalê. Siyaseta Viyan Dexîl siyaseteke qirêj e. Heke êzidî be, çawa dibe ku piştevaniya dijminê êzidîyan dike? Li şûna ku piştevaniya wan bike bila piştevaniya gelê xwe bike. Qedr û qîmeta wê li gel êzidiyan nema. Gelek kesan navên keçên xwe kirin Viyan. Lê niha hemû ji ber wê poşman bûne. Ev gotina wê ji me re gef e. Çûna wê ya Stenbolê, ew li ber çavê me reş kir. Em spasiya xwe ji PKK'ê re dikin. PKK ne li vir e lê em bi fikrê wê xwe bi rêxistin dikin. Kîjan êzidî dengê xwe dabe wê divê van gotinan bibîhize. Heger ji bo me tiştek bikira îro vegera êzidiyan asteng nedikirin. Siyaseta wan nahêle ku êzidî birînên xwe bipêçin. Bi banga ji bo piştgiriya Tirkiyeyê re îlan kir ku ew ne ji me ye. Û bêyî civaka xwe wê nikaribe tiştekî bike. Ew êdî li ber çavê me hevala Erdogan e."