Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê 2022-07-01 10:01:29   ÎZMÎR - Pêkhateyên HDP’ê dan zanîn ku dê di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de têkildarî talana ekolojiyê û têkoşîna jinan peyamên girîng werin dayîn û dê kongre ji bo bêhêvîtiyê jî bibe bersivek.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyên xwe yên ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin ku dê li Eywana Sporê ya Enqereyê li dar bixe temam kirin. Kongre dê bi dirûşma “Çareserî em in, serkeftin a me ye” tê lidarxistin û tê payîn ku ji çar aliyên Tirkiyeyê bi hezaran kes bên Enqereyê. Di kongreyê de li gel mijarên jin, ekolojî û têkoşîna kedê, her wiha tê payîn ku daxwazên demokrasî, azadî û wekheviyê derkevin pêş. Nûnerên partiyên pêkhateyên HDP’ê yên Îzmîrê têkildarî girîngiya kongreyê axivîn.    Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çepa Kesk) ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide hemû daxwazên demokrasiyê yên civakê di şexsê HDP’ê de bitepisîne û wiha got: “Di serdemeke wiha de lidarxistina kongreyê gelek girîng e. Dê bi vê kongreyê bersiva herî xurt bidin êrişan. Lewma dê kongre hêviya gel zindîtir bike. Girîng e ku hemû hêzên civakê yên daxwaza demokrasiyê dikin piştgiriyê bidin HDP’ê. Bernameya HDP’ê 5 aliyê serdestiyê ji holê radike. A ewil ew e ku hewl dide serweriya mêr a li ser jinê ji holê rake. Li hêla din serdestiya nasnameyekî ya li ser nasnameya din, serdestiya olekî ya li ser baweriyên din bi dawî dike. Her wiha di bernameya HDP’ê de armanc tê kirin ku mêtingeriya sermayedaran a li ser xwezayê bi dawî bike. Lewma dema em dibêjin kongreyên HDP’ê, em nikarin têkoşîna jin, nasname, bawerî, ked û xwezayê ji hev cuda bigirin dest. Di heman demê de kongre dê bibe nîşaneyeke têkoşîna li dijî rûxandina ekolojiyê jî.”    HDP DENGÊ GELAN E    Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) a Îzmîrê Tugçe Kizildemîr jî anî ziman ku derdora herî xurt û zindî ya muxalefeta civakî HDP ye û wiha domand: “Lewma jî li pêşiya desthilatdariya AKP-MHP’ê astengiyekî mezin e. Bi dozên girtinê, girtin û zextan hewl didin HDP’ê tune bikin. Rêhevala me Denîz Poyraz li avahiya HDP’a Îzmîrê hate qetilkirin. Anku dewletê ji bo tunekirina HDP’ê her cureyên êrişan kirin. Lê tevî vê yekê jî HDP her ku diçe xurtir dibe.  HDP qala biratiya gelan û dinyayeke ku karker bikarin weke mirovan tê de bijîn dike. Lewma bihêz derbasbûna kongreya dê mirûz û motîvasyonê xweştir bike.”   BANGA TEVLIBÛNÊ   Kizildemîr axaftina xwe wiha qedand: “Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin û polîtîkaya necezakirinê didome. Jinên HDP’î nûnertiya serhildan û têkoşîna li dijî vê dikin. Wateya bandora HDP’ê ya di têkoşîna jinan de ew e ku mafên jinan ên hatine xespkirin dîsa lê werin vegerandin. Lewma dê di kongreyê de ji ewilî peyama têkoşîna hevpar û piştevaniyê bidin jinan. Her wiha dê peyama xurtkirina rêxistiniya jinan a li dijî pergala mêrserdest bê dayîn. Ji ber ku hêza herî xurt a li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê, têkoşîna jinan e. Banga me li hemû gelên me, karker, jin û LGBTÎ+’yan ew e ku beşdarî kongreyê bibin. Ev kongre dê ji bo kesên hewl didin bêhêvîtiyê belav bikin bibe bersivek. Xurt derbasbûna kongreya HDP’ê tê wateyê ku dê têkoşîna demokrasiyê ya demên pêş xurtir bibe.”