Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin 2022-07-01 09:09:52   SAMSÛN - Hevberdevka HDP'ê ya Herêma Behra Reş Nûray Bedîrkûrûm destnîşan kir ku dê gelek kes ji Behra Reş tevli kongreyê bibin û got, beşdarbûna gelê Behrareş di heman demê de dê bê wateya têkoşîna li dijî talankirin û kedxwariya li herêmê jî.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3'yê tîrmehê de li Hêwana Sporê ya Enqereyê Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an li dar bixe. Kongre dê bi dirûşmeya "Çareserî em in, serkeftin ya me ye" bê lidarxistin. Xebatên ji bo kongreyê li çar hawirdorên Tirkiyeyê bênavber didomin. Di çaçroveya xebatan de bi taybetî li Çorûm û Amasyayê xebat gund bi gund hatin kirin. Dê ji bajarên Artvîn, Rîze, Trabzon, Gîresûn, Ordû, Samsûn, Sînop, Çorûm, Amasya û Zongûldakê yên Herêma Behra Reş gelek kes tevli kongreyê bibin.    Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Behra Reş Nûray Bedîrkûrûm têkildarî xebatên ji bo kongreyê yên li herêmê tên kirin û peyamên dê di kongreyê de bên dayîn axivî.    TALANKIRINA BEHRAREŞ   Bedîrkûrûm bi lêv kir ku HDP bi doza Kobanê û doza girtinê re hedef tê girtin û ev êriş hemû ji bo tepisandina muxalefetê û mayindekirina rejîma talanxur û kedxwariyê ye. Bedîrkûrûm anî ziman ku ev êriş bi salan e li hemberî gelên Behra Reş tên kirin û got: "Ma li Behra Reş bi qetilkirina xwezayê ferzkirina koçberiyê, dûrxistina ji bax û baxçeyan jî ne girtine? Eynî wekî çawa avêtin ser malên siyasetmedarên HDP'î, ma bêyî me neketin baxçeyên me? Wekî deriyên bi keraneyan hatin şikandin, ma bi dozeran baxçeyên me tarûmar nekirin? Ma bi hinceta 'em li madenan digerin', 'em ceryanê hildiberînin' me hemûyan nexapandin? Ma negotin partiya herî demokratîk pariya wan e û bi vî awayî mafên me xesp nekirine?"    DÊ BIBE SERÎHILDAN   Bedîrkûrûm destnîşan kir ku HDP ne avahiyeke ku deriyê wê bêqufilandin e û wiha berdewam kir: "Em ne li bendê ne ku ev rejîma qesrê ya serê wê ji betonê têkoşîna kedkaran, têkoşîna gelan fêm bike. Ew dê bi HES'ê li Behra Reş, bi mîmartiya xwe ya madenan nikaribin me fêm bikin. Lê em zarokên serîhildêr ên çem, robar, daristanan, çay û findiqan e. Em dikarin bi hev re vê têkoşînê mezin bikin û qesrên ji betonan xera bikin û bi awayekî azad di baxçeyê gelan de bijîn. Beşdarbûna welatiyên Behra Reş a ji bo kongreyê, dê bibe serîhildanek li hemberî HES û madenan."    ‘EM Ê JI NÛ VE ZÎL BIDIN'   Bedîrkûrûm diyar kir ku her kesixandin dara ku rehên xwe kûr berdaye gurtir dike û got: "Eynî wekî dara HDP'ê, findiq û çay jî her ku diqurifin, her ku tên kesixandin ji nû ve zîl didin. Tenê em bitêkoşin. Em li hember kesên çav berdane keda me, xwêdana eniya me bisekin. Em ji gelan re bibêjin ku ya tê kirin polîtîkaya şer e û em zanibin ku ji xeynî têkoşînê tu rêyeke me ya din tune ye."    ‘DEMA HESABPIRSÎNÊ'   Bedîrkûrûm destnîşan kir ku divê her kes di 3'yê tîrmehê de bi vê ferasetê tev li kongreyê bibe û got, beşdarbûna gelên Behra Reş di heman demê de dê bê wateya têkoşîna li dijî talankirin û kedxwariya li herêmê jî. Bedîrkûrûm bilêv kir ku dem dema hesabpirsînê ye ji kesên ku çav berdane çaya wan û findiqên wan û got: "Ji bo jiyaneke wkehev û bi hev re me soz daye gelan, me ji bo jiyaneke azad soz daye jinan, me soz daye karkerên demsalî ku dê xwêdana eniya wan li erdê nemîne. Werin em bi hev re soza xwe bînin cî, em ji niha ve siberojeke azad û wekhev ava bikin."    MA / Tolga Guney