Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin 2022-06-30 15:03:51   WAN - Xizmên girtiyan ên Wanê xwestin çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li pêşiya edliyeyê bikin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Malbatan, astengkirina nobetê protesto kirin.    Xizmên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, li Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatan xwestin îro çalakiya xwe li pêşiya Edliyeya Wanê bikin. Pêşiya edliyeyê beriya çalakiyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Endamên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê û parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan xwestin biçin pêşiya edliyeyê lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    SEDEM: BIRYARA WALÎTIYÊ    Polîsan ji bo astengkirina çalakiyê, biryara qedexeyê ya Walîtiya Wanê weke hincet nîşan dan û nehêlan ku li pêşiya edliyeyê daxuyanî were dayîn. Malbatan jî ev qedexeya polîsan bi çepikan protesto kirin.