Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin 2022-06-30 12:39:15   COLEMÊRG - Hat ragihandin ku roja 3’ê hezîranê 127 cerdevanên ji Colemêrgê ji bo şer birine Zapê û ji wir jî birine herêma Dêrelûk û Amediyê. Ji ber ku tu encam bi dest nexistine, paşve hatine kişandin.    Êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi piştgiriya PDK'ê li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin didome. Ji ber vê êrişê li Colemêrgê jî liv û tevgera leşkerî ya hewayî heye. Her wiha hat zanîn ku helîkopterên ku ji herêmê radibin zexîre û kelûpelên tibî dibin qada şer.    PAŞVE HATIN ŞANDIN    Hat ragihandin ku 127 cerdevan roja 3’yê hezîranê ji Colemêrg û navçeyên wê, Gever, Şemzînan, Çelê, Rûbarok û bajarê Sêrtê birin Zapê û ji vir jî birine herêma Amadiyê û Dêralukê. Hat îdiakirin ji ber ku cerdevan agahiyê didin HPG’ê û di şer de tu pêşketinekê çênebûye, paşve hatin kişandin. Li gorî agahiyên ku cerdevanên çûne qada şer û vegeriyane diyar kirin ku li herêmê gelek leşkerên birîndar hene û tu pêşketin çênebûne.   BIRÎNDARAN RADIKIN BAREGEH Û NEXWEŞXANEYÊN SAHRA    Cerdevanan wiha qala tiştên li herêma şer qewimîne kirin: “Bi rojan li wir hatin sekinandin. Pirsgirêka erzaq û avê hebû. Ji ber şerê dijwar kelûpelên jiyanî ne digîhiştin me. Derûniya leşkeran ji ber nebûna pêşketin û nebûna kelûpelên jiyanî û zexîreyan xera bûbû. Gelek birîndar hene û hemû leşkerên birîndar dibin baregehên leşkerî û nexweşxaneyên Sahrayê. Her wiha nexweşxane û baregehên leşkerî ji ber birîndaran êdî tejî bûne.    Li gorî texmînên me gumana me ew e ku ji ber ku tu pêşketin çênebûye, ji ber wê me paşve şandin. Dê hêzeke nû ya leşkerî biçe herêmê û vê carê jî, dê bêcerdevan operasyonê pêk bînin."