Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin 2022-06-30 12:37:30   AMED - Malbatên girtiyan ên di roja 227'an a çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê de li pêş Edliyeya Amedê hatin gelhev wiha gotin: "Heta  dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li pêy doza zarokên xwe bin û tekoşîna xwe bidomînin."    Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan di 16'e mijdarê de li Amedê dane destpêkirin 227 roj li pêy xwe hişt. Malbatên girtiyan çalakiya xwe li pêş Edliyeya Amedê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Komeleya Yekitî, Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Şaxa Sendîkaya Xizmetên Civakî û Kedkarên Tendûristîyê (SES) ya Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.   'EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDIMÎNIN'   Di çalakiyê de ewilî yek ji malbata girtiyan Reşahat Ada axivî. Ada, bi bîr xist ku çalakiya edaletê 8 meh li pêy xwe hiştine û wiha got: "Banga me li Wezîrê Dadê, rêyedarên dewletê û hemû partîyên siyasî heye, çima dengê me nabihîsin. Zext û tundî li ser zarokên me hene înfaza wan dişewitînin. Heta niha çend darbest ji girtîgehê derketin, lê ji îro pê ve em nahêlin ku darbestek ji girtîgehê derkeve. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li pêy doza zarokên xwe bin û tekoşîna xwe bidomînin. Daxwazên me ew in ku, girtîyên nexweş bên dermankirin û înfaza girtiyan neyê şewitandin. Em vê yekê qebûl nakin."    'ME MUXATABEK NEDÎT'   Piştrê jî keça girtîyê nexweş Abdullah Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî, bi lêv kir ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan tên şewitandin çend meh in di lêgerîna edaletê de ne û ev tişt gotin: "Lê kesî dengê me nebihîst, me muxatabek nedît. Îro em ji kê dipirsin dibejîn divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Îro divê ku girtîyên nexweş berdin, lê girtîyên nexweş bernadin û wan sirgûnî cihên herî dûr dikin. Em li vir fêm dikin ku malbat jî bi girtiyan re tên cezakirin. Her ku diçe rewşa girtiyan giran dibe, yek ji wan girtiyan jî bavê min e. Her ku em bi telefonê diaxivin, ew nexweşiya wî dengê wî tê fehm kirin. Ji ber wê jî ez ji vir dipirsim; Gelo bavê we jî 30 salan bi nexweşiya xwe ve di girtîgehê de ma? Hûn 30 salan li benda bavê xwe mane?"    Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, "Heq hiqûq edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.