Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike 2022-06-30 10:18:52   STENBOL - Parêzer Rezzan Gezer diyar kir ku “qanûna sansûrê” dê rê li ber bêdengkirina çapemeniya muxalîf veke û wiha got: “Em di pêvajoya hilbijartinê de ne. Desthilatdarî hewl dide hêdî hêdî her tiştekî bi dest bixe.”    “Qanûna sansûrê” ku desthilatdariya AKP-MHP’ê pêşkeşî Meclisê kir, ji hêla Komîsyona Edaletê ve hate qebûlkirin. Hat ragihandin ku dê vê teklîfa qanûnê bînin Lijneya Giştî û di serdema nû ya sala qanûnsaziyê de bê nirxandin. Yek ji xalên herî zêde nîqaş li ser tê kirin, xala 29’emîn e ku sûcekî wiha hatiye afirandin: “Kesekî/ê ku agahiyên ne rast ên rê li ber belavbûna tirs û fikarê vedike, ewlekariya navxweyî û derve têk dibe, pergala cemaweriyê û tenduristiya giştî xera dike...” Di xala navborî de sûcekî sînorên wê ne diyar hatiye dayîn û fikar ew e ku dê rê li ber sepanên keyfî veke. Di nava qanûna teklîfê gelek sererastkirinên ku xebatên rojnamegeriyê, bikarhinêrên medyaya civakî û hwd. bisînor dike û cezayên mezin bo wan dixwazin hene.    Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rezzan Gezer têkildarî “Qanûna sansûrê” axivî. Gezer, bal kişand ser malperên nûçeyan ên înternetê ku xistine çarçoveya “weşana vedor” û sererastkirinên ji bo qerta çapemeniyê û wiha got: “Dê malperên nûçeyan ên înternetê navnîşana cihê xebatê, nasnava wê ya ticarî, navnîşana postaya elektronîk, telefona ragihandinê û navnîşana teblîxata elektronîk û hwd. dê di serrûpelê de di bin navê ‘ragihandinê’ de cih bigire. Beyannameyên derheqê agahdariyên çapemeniyê û biryarên qedexeyên weşanê dê li şûna serdozgeriyê, bidin Lijneya Danezana Çapemeniyê. Dema lijneya navborî ji bo sekinandina weşanê biryarê dide, heke malpera înternetê di nava du hefteyan de li gorî biryarê tevnegere, dê je were xwestin ku agahiyên ‘berevajî rastiyê’ bên sererastkirin. Heke ev agahî neyên sererastkirin jî dê bi mebesta ku ‘ji bo tespîtkirina ku wesfê malpera nûçeyan a înernetê li ser nîne’ dê serî li Dadgeha Cezayên Kargerî bide. Dadgeh di nava du hefteyan de biryara xwe dide û heke serlêdan were qebûlkirin, dê mafên xebatkarên wan ên qerta çapemeniyê ji holê rabin.”   SERERASTKIRINÊN JI BO WHATSAAP, TELEGRAM Û SÎGNALÊ   Bi domdarî Gezer qala xalên 36 û 37’an ên derheqê jiyana taybet de û ev tişt anî ziman: “Li gorî van xalan dê sepanên weke Sîgnal, WhAtsapp, Telegram û hwd. dem bi dem agahiyên derheqê hejmara bikarhinêran ên şexsî û saziyan, hejmara lêgerînên bideng û dema wê, hejmara hevdîtinên bidîmen û dema wê, hejmara peyaman û hwd. parve bike. Bi vê guherînê re di serî de bikarhinêrên medyaya civakî, sansûreke mezin dê deynin ser kedkarên çapemeniyê. Bi vê guherînê re nûçeke dikare di çarçoveya TCK’ê de wek sûc bê dîtin û cezayên hefsê û pereyan li wan bê birîn. Bi taybet jî dema nûçeyek derheqê saziyên weke MÎT’ê û malbatên wan derketin, dê raste rast serî li vê qanûnê bidin. Ev jî dê bike ku mafê agahîgirtinê yê gel were binpêkirin. Di bingeha vê qanûnê de sansûr heye.”   ‘DIVÊ EV QANÛN TEQEZ WERE RAKIRIN’   Gezer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sererastkirineke nû li xala 217’an a TCK’ê zêde kirin. Bi vê guherînê re ne tenê kedkarên çapemeniyê, her wiha rê li ber vedike ku xwe bigihînin hemû parvekirinên li ser WhatsApp û hwd.  Ev parvekirin êdî dikare bo bikarhinêran bibe gefek. Anku heke lêpirsînek were vekirin dikarin xwe bigihînin dokumanên van bernameyan û bikin hinceta sûc. Di qanûnê de tiştekî ku tam weke sûc were destnîşankirin heye.  Mînak, di demên berê de ji bo weşanên vedor ji serdozgeriyê destûr dihat xwestin lê niha ji Lijneya Danezana Çapemeniyê tê girtin. Desthilatdarî dê vê weke zextekî bi kar bîne û kesek nekare rojnameyan derxîne û malperên înternetê veke. Bi vê qanûnê re êdî hemû kesek dibe faîl. Lewma divê teqez ev qanûn were rakirin. Ev qanûn, amadekariyeke ji bo hilbijartinê ye. Em di pêvajoya hilbijartinê de ne û desthilatdarî hêdî hêdî her tiştekî têxe bin destê xwe. Bi vekirî ji çapemeniya muxalîf re dibêjin; an hûn dê tiştên ez dixwazim binivîsin an jî dê qet nenivîsin.”   MA / Esra Solîn Dal