Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e 2022-06-30 09:56:09   STENBOL - Koray Turkay ê ji ber ku tev li Meşa Gemlikê bû û hat girtin diyar kir ku di hedefa wan de azadkirina Ocalan heye û got: "Divê azadiya Ocalan bibe rojeva muxalefetê jî."     Çalakî û daxuyaniyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in di şertên dijwar ên girtîgehê de tê ragirtin, berbelav dibin. Bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî” ji bajarên Kurdistanê bigire heta welatên Ewropayê li gelek deveran çalakî tên lidarxistin. Herî dawî bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo “Azadiya Ocalan” û rakirina tecrîdê Meşa Gemlikê hat lidarxistin. Ji bajarên Serhedê bigire heta bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi hezaran kes tevli Meşa Gemlikê bûn.    Yek ji baskên meşê jî li navçeya Kadikoya Stenbolê pêk hat. Polîsan êrişî meşê kiribû û ji 80 kesên hatin binçavkirin Hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay û welatiyê bi navê Îsmaîl Temel ji aliye dadgehê ve bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” û “li dijî polîsan derketine” hatin girtin. Parêzeran li dijî girtina Turkay û Temel îtîraz kirin û piştî 12 rojan hatin berdan.    Hevserokê HDP’a Kadkoyê Koray Turkay ê hat berdan qala tecrîda li ser Ocalan kir.    ‘DIVÊ EV XEMSARÎ WERE XERAKIRIN’   Turkay destnîşan kir ku armanca sereke ya Meşa Gemlikê daxwazaiya azadiya Ocalan bû û tevî daxwazên di raya giştî de belav dibin jî hevdîtina parêzer û malbatê tê astengkirin. Turkay anî ziman ku li dijî tecrîdê bêdengiyek heye û got: “Divê ev xemsarî ango bêdengî bê xerakirin. Jixwe îktidar jî dixwaze tecrîdê asayî bike. Tecrîd sîrayetî ser girtiyên din jî hatiye kirin. Tecrîd bûye mekanizmaya bêhiqûqiyê û zextan. Ji bo em tecrîdê rakin û îşkence bi dawî bibe me meşek hemwext li Tirkiyeyê da destpêkirin.”    Turkay tundiya polîsan li dijî xelkê û parlamenteran bi bîr xist û got ew bi êrişên polîsan re rûbirû man.     ‘MEŞA GEMLIKÊ PEYAMEK XURT BÛ’    Turkay diyar kir ku tevî êrişên dijwar li dijî meşvanan pêk hat jî lê kêliyek jî paşve gav nehat avêtin û got: “Gel li kolanan xwedî li îradeya xwe derket û xwest tavilê tecrîd bê rakirin. Di raya giştî de deng veda. Armanca me ya sereke jî ev bû. Me encam jî bi dest xist. Me destnîşan kir ku em ê li dijî tecrîd û îşkenceyê bêdeng neminin. Ev îrade peyamê da gelek cihan. Peyamek xurt ji meşe derket. Peyam hem ji bo îktidarê bû hem jî ji bo muxalefetê bû.”    ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’   Turkay da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêkek mezin a demokrasiye û aştiyê heye û wiha got: “Çavkaniya vê pirsgirêkê şer e. Yê ku vê pirsgirêkê dikare çareser bike û aştiyê pêk bîne jî birêz Ocalan e. Tekane rêya aştiyê li cem Ocalan derbas dibe. Navnîşan çareseriyê Îmrali ye. Heta ku birêz Ocalan tecrîdkirî be wê tu pêvajo dest pê neke û ne pêkan e jî. Meşa ji bo vê yekê bû. Yanî tenê daxwaza rakirina tecrîdê nehat ziman. Di heman deme de ji bo azadiya Ocalan hat xwestin tavilê gav bên avêtin.”    ‘AZADIYA OCALAN AZADIYA GELÊ KURD E’    Turkay anî ziman ku divê daxwaziya azadiya Ocalan bikeve rojeva muxalefetê jî û wiha axivî: “Heke ji bo Tirkiyeyê demokrasî tê xwestin divê gavek beriya gavekê tecrîda li Îmarliyê were rakirin û Ocalan bigihîje azadiya xwe. Heke ev azadî pêk were dê pêvajoya aştiyê jî bikeve dewrê. Qonaxa ewil a şertên destpêkirina pêvajoyek demokratik bi azadiya Îmraliyê ve girêdayî ye. Ocalan îradeyek girîng temsîl dike. Gelê kurd û dostên xwe vê îradeyê wek rêbertî dibînin. Lewma parastina vê îradeya parastina Ocalan û gelê kurd e. Kedkarê mezin ê têkoşîna azadiya gelê kurd e.”    MA / Mehmet Aslan