Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e 2022-06-30 09:07:08   ENQERE - Rêxistinên çapemeniyê anîn ziman ku Qanûna Dezenformasyonê "qanûna sansurê" ye û gotin, bi vê qanûnê re dê azadiya çapemeniyê ber bi hêleke hîn tarîtir ve biçe.    Qanûna derbarê çapemeniyê de ya ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve berpêşî Meclisê hat kirin bûye cihê nîqaşan. Piştî îtirazên rêxistinên çapemeniyê li Meclisê hevdîtinên ji bo vê qanûnê hatibûn taloqkirin. Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamevanên Hevdem Can Guleryuz û Nûnerê Dîsk-Basin-Îş'ê yê Herêma Anatolyayê Tûrgût Dedeoglû naveroka vê qanûna ku detshilat dixwaze bê qebûlkirin nirxandin.    DÊ ÇEWISANDIN Û SANSUR ZÊDE BIBE   Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamevanên Hevdem Can Guleryuzlu diyar kir ku dê ev pêşnûmaya qanûnê sansur û çewisandinên heyî zêdetir bike û bi pêkanînên kêfî pêşî li ber azadiya fikr û ramanê bê girtin. Guleryuzlu got, gelek tiştên di vê qanûnê de dijî xala 10'an a 'azadiya fikr û ramanê' ya di Peymana Mefên Mirovan a Ewropayê de ye û li dijî hin biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne jî.    ‘DÊ NÛÇE WEKÎ SÛC BÊN HESIBANDIN'   Guleryuzlu destnîşan kir ku dê ev pêşnûmaya qanûnê bendeke mezin deyne ber kesên li ser medyaya sanal derheqê desthilatê de tiştina dinivîsin û got: "Ên herî zêde bandorê ji vê bigirin helbet rojnamevan in. Ger nûçeyên wan desthilatê nerihet bikin dê bên darizandin. Bi taybetî jî xala 29'an dê kesên rojnamevaniyeke rexnegirî û lêkolînî dikin bidarizîne."    Guleryuzlu bilêv kir ku piştî ev pêşniyara ji bo qanûnê hatiye berpêşkirin li meclîsê hevdîtin bi partiyan re kirine û îtirazên xwe anîne zimên. Guleryuzlu wiha axivî: "Me di hevdîtinê de destnîşan kir ku pêşniyara ji bo qanûnê dê Tirkiyeya ku di warê azadiya fikr û ramanê û çapemeniyê de pir paşdemayî ye ber bi hêleke hîn tarîtir ve bibe. Ev pirsgirêkên ku dê rû bidin tenê ne rojnamevanan eleqedar nakin, dê bandorê li tevahiya civakê bikin. Lewma em ê di vî warî de hevdîtinên xwe yên bi rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk re bidomînin."    QANÛNEKE KÊ PÊŞÎ LI BER AKP'Ê VEDIKE   Nûnerê DÎSK BAsin-ÎŞ'ê yê Herêma Anatolyaya Navîn Tûrgût Dedeoglû jî got: "Qanûan dezneformasyonê dê pêşî li ber desthilata AKP'ê û çapemeniya wê veke. Di vê qanûnê de tu tiştekî baş tune ye. Astengiya herî mezin a li ber çapemeniyê ye. Dê qanûna dezenformasyonê astengiyeke pir mezin deyne ber çapemeniya azad."    DÊ ROJNAMEVAN BÊN DARIZANDIN   Dedeoglû bi nûçeyan mînak dan û got: "Mesela şewitandina daristanekê. Ger hûn nûçeyek wekî 'çima helîkopter neçû' çêbikin, hûn ê bên draizandin. Ger hûn nûçeyeke wekî 'çima mirov ji helîkopterê hatin avêtin' çê bikin hûn ê bên darizandin. AKP bi vê qanûnê dê hin valahiyand agire. Tê nehêle çapemeniya azad nûçeyan çêbike û dê bi vê qanûnê re bike ku çapemeniya azad bê darizandin."    Dedeoglû destnîşan kir ku bi vê pêşnûmaya qanûnê re dê rojnamevanên di çapemeniya înternetê de dixebitin jî karibin kartê wergirin, lê dê mueyîde û oto sansur dest pê bikin. Dedeoglû wiha pêde çû: "Li ser medyaya sanal jî, em bibêjin hûn çûn nûçeyekê an jî hûn li cihekî rastî daxuyaniyekê hatin an jî gava parlementerekî AKP'î nelirêtiyekê bike û hûn rabin wê bikin nûçe dê ev wekî sûc bê hesibandin. Bi vê qanûnê re dê cezayê li rojnamevanan bê birîn 3 qat zêdetir bibe."    RÊXISTINBÛYÎN   Dedeoglû destnîşan kir ku ji niha û pê ve rojnamevan divê hîn bêtir xwe birêxistin bikin û got: "Rêxistinbûyîn yek jiw an tiştên ku herî zêde desthilat jê ditirse. Êdî divê em dengê xwe ne bi daxuyaniyan, bi xebatên bibandor ên rêxistinbûyînê ragihînin."