Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim 2022-06-30 09:05:31   ÊLIH - Endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP'ê ji Şaredarê Hezoyê Ayhan Eren ê ku bêyî îhale bê çêkirin û biryara meclisê hebe xurdeyên hêjayî 600 hezar TL'yî firotin pirsî. Eren jî got: "Min ew firotin. Lê ez ê tu tiştî ji were nebêjim."    Ayhan Eren ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû Şaredarê Hezo ya Êlihê, di 10'ê Kanûna 2019'an de ji HDP'ê îstifa kiribû û di 13'ê Tebaxa 2020'an de jî tevli AKP'ê bûbû. Eren niha li navçeyê bi kirinên xwe bûye cihê nîqaşê.    Eren çawa derbasî AKP'ê bûbû tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakiribû. Lê niha jî derket holê ku xurdeyên hêjayî 600 hezar TL'yî bi awayekî nelirê firotine. Qamyonek, 2 traktor, romorkek traktorê, portatîfek, 3 dorseyên qamyonan, konteynereke stokkirina çopê û wesayîteke cenazeyan yên bûne xurde bêyî îhale bê çêkirin û bêyî endamên Meclisa Şaredariyê biryarê bide firotine.    NELIRÊTÎ   Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci têkildarî mijarê axivî. Avci da zanîn ku têkildarî forotina xurdeyan tu kiryareke fermî nehatiye kirin û nizanin bê ka Ayhan Eren xurde firotine kê û bi çiqasî dane. Avci got: "Têkildarî fiiotinê tu tişt xuya nake, lê ji envantera xurdeyan hatiye kêmkirin. Yanî ji serî heta binî tiştekî dijî mewzûatê hatiye kirin. Lê ev dizî bi xwe ye."    ‘MIN FIROT LÊ EZ Ê TIŞTEKÎ NEBÊJIM'   Avci destnîşan kir ku endamên HDP'î yên Meclisa Şaredariya Hezoyê bertek nîşanî vê yekê dane û wiha got: "Me endamên meclîsê ev mijar daxilî rojeva meclîsê kir û doza agahiyan kir. Me pêşniyar kir ku têkildarî mijarê komîsyoneke lêkolînê bê avakirin. Haya endamên AKP'î jî ji vê meseleyê tune bûye, lê li gor daxwaza Ayhan Eren daxwazên me red kirin. Di meclîsê de Ayhan Eren jî bi devkî got, 'belê min ew firotine, hûn serî li ku didin bidin, lê ez ê têkildarî firotina xurdeyan tu tiştî ji were nebêjim.'"   Avci wiha axivî: "Ayhan Erenê ku bêbextî li gelê xwe û partiya xwe kiriye û gelê kurd û HDP'ê tune dihesibîne, vê bêqanûnîtiyê û bêpewatiyê tenê bi hêza xwe nake, hêzê ji partiya desthilatê digire ku ev partî nelirêtî, dizî û bêhiqûqîtiyê ji xwe re kirite pergalek û awayê jiyanê."    GILÎ KIRIN    Avci ragihand ku ji ber xurdeyên şaredariyê bi awayekî nelirê hatine firotin giliyê Serokşaredar Ayhan Eren kirine û got: "Ayhan Eren ku îdia kir ku ji bo xizmeta gelê Hezoyê bike derbasî AKP'ê bûye, bi firotina van xurdeyan armanca wî ya daxilbûna nava AKP'ê diyar bû. Ji tiştên li jorê hatine gotin jî kifş e ku peywira kontrolkirin û hesabpirsînê ya meclisê ji holê hatiye rakirin. Lê em ê di çarçoveya peywir û berpirsiyariya ku gelê me daye me hesab bipirsin û bişopînin. Em ê hemû nelirêtî, dizî û bêusûliyên tên kirin bişopînin."    MA / Fethî Balaman