Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-06-29 19:41:28   ŞIRNEX- Parlamenterê DEP'ê Orhan Dogan, di 15’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Dogan, di 15’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Cizîrê hat bîranîn. Bîranîn bi pêşengiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê hat lidarxistin. Malbata Dogan, parezerên Baroya Şirnexê, endamên KESK’ê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Hevşaredarên Sîlopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk û rêveberên MEBYA-DER’ê, rêxistina HDP'ê ya bajêr û yên navçeyan jî di nav de gelek kes tev li bîranînê bûn.     ‘PÊŞENG BÛ’     Di bîranînê de Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî. Dilsîz bal kişand ser girîngiya Orhan Dogan û wiha axivî: "Di jiyana xwe ya siyasî û parêzeriyê de bû yek ji parêzerên gelê me û bû pêşengê siyasetê. Xebat û hewldanên wî ji bo me gelek girîng bûn. Lewma em salvegera wefata wî ji bo me watedar e. Divê were zanîn ku hem parêzerên herêmê hem jî siyasetmedarên herêmê li ser rêya wî ne. Tişta ku wî hînî me kir rêya me ronî dike. Em bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wî ditewînin û wî bi rêzdarî bibîr tînin.”      ‘TEKOŞÎNA WÎ DÊ TÊKOŞÎNA ME RONÎ BIKE’     Piştre Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş jî bal kişand ser xebatên Dogan û got: "Orhan Dogan xwedî sê tiştan bû. Yek parezerê gelê xwe bû. Piştre serokê ÎHD’ê yê herêmê bû. Ya sisêyan jî siyasetmendar bû. Dogan, pêşengê gelê kurd bû. Bênavber bi pirsgirêkên gelê xwe re eleqedar dibû. Di darbeya 1992’yan de bi gelek hevalên xwe re di encama siyaseta kontra û şerê qirêj de hat girtin, 10 salan di girtîgehê de ma, lê di encamê de beraat kir. Ji ber ku tu sûc û gunehê wan tune bû. Lê dewleta heyî ji ber ku Dogan mafên mirovan û aştiyê diparast, ew gunehkar îlan kir. Lê ew di dilê me de kevoka aştiyê ye. Di rêya aştiyê de jiyana xwe ji dest da. Ew ê her tim di dil û mejiyê xwe de bijî. Wê her tim wekî kevoka aştiyê li ser rûpela me ya dîrokî bimîne. Têkoşîna wî wê têkoşîna me ronî bike."     Piştî axaftinan dua hatin kirin û kesên tev li bîranînê bûn kulîlk danîn ser gora Dogan.