Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-06-29 19:25:29   AMED - Rojnamevan Mazlûm Erencî ku di sala 2011'an de li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn.   Rojnamevan Mazlûm Erencî ku di 29'ê Hezîrana 2011'an de li bejahiya Çemişgezekê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Erencî û rojnamevan tev li bîranînê bûn.    Di destpêka bîranînê de polîsan gora Erencî dorpêç kir û tenê destûra malbatê dan. Malbata Erencî bertek nîşanî vê helwesta polîsan da. Bi vê berteka malbatê re polîsan paş de gav avêt û bi vî awayî hevpîşeyên Erencî jî tev li bîranînê bûn.   Kesên tev li bîranînê bûn kulîlk danîn ser gora Erencî.