‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’ 2022-06-29 17:01:36   AMED - Komaleya Şex Seîd bi boneya 97’emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê panelek li dar xist. Di panelê de hat gotin ku Şêx Seîd li dijî dagirkerî û binpêkirinên mafan serî hil da û li gel hevalên xwe bi awayekî derhiqûqî hatin bidarvekirin.    Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şex Seîd bi boneya 97’emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê panelek li dar xist. Di panelê de li gel endamên Komeleya Şêx Seîd, her wiha Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û gelek kes amade bûn. Li eywana konferansê wêneyê Şex Seîd û pankarta ku navên şehîdên 29’ê hezîranê li ser bûn hatibûn daliqandin. Di panelê de neviyê Şêx Seîd, Diyadîn Firat, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, civaknas Seher Akçinar Bayar û Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya axivîn.   Ji ewil Serokê Komeleya Şêx Seîd Qasim Firat axivî. Firat, roja darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî weke rojeke reş pênase kir û bîranînên Şêx Seîd vegot.    Piştre jî Diyadîn Firat li ser jiyana Şex Seîd axivî. Firat, anî ziman ku Şêx Seîd kesekî zana bû û rojeva heyî ya li welêt ji nêz ve dişopand. Bi domdarî Firat ev tişt anî ziman: “Her tim rojname diçûn medreseya Şex Êlî Efendî. Bi vî awayî Şex Seîd jî li ser civaka kurd difikirî û kesekî polîtîk bû. Serhildana Şex Seîd li dijî dagirkeriyê û hegomonyayê serhildanek bû.”    'NE DADGEH LÊ CIHE ÎNFAZÊ BÛ'   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî têkildarî pêvajoya darizandina Şêx Seîd û hevalên wî axivî û ev tişt anî ziman: “Ji berê ve li Tirkiyeyê daraza, girêdayî pergala dewletê bû. Dewlet jî li ser bingeha yekperestiyê hatiye avakirin. Kengî desthilatdarî guherîbin, navê dadgehan jî guherîn. Lê belê armanc û tevgera wan neguherî. Dadgehên Îstîklalê jî piştî zagona serfermandariyê li Meclisê hat erêkirin û dadgeh ketin destê Ataturk. Bi avabûna komarê re ew dadgeh li hemberî muxalîf, terîqat û bi taybet jî li dijî kurdan hatin bikaranîn. Piştre jî li Amedê bi çar parlamenteran Dadgeha Şerqê hate avakirin. Wê dadgehê jî ji ewil Şêx Seîd û çend siyasetmedarên kurd darizand û xeniqandin.    Şêx Seîd di 15’ê nîsanê de li Gimgimê hate girtin, piştre anîn Amedê û li wir bi awayekî derhiqûqî hate darvekirin. Di çi dewletên hiqûqî de tiştekî wiha nehatiye kirin. Heta salên 1927’an jî dadgeh hebûn lê piştre Dadgehên Leşkerî hatin avakirin. Ew ne dadgeh lê cihên darizandin û înfazê bûn. Heman tişt îro jî li dadgehên Tirkiyeyê berdewam dike. Ew bêhiqûqî bi taybet jî li dijî kurdan tê kirin. Lewma îro barek dikeve ser milên hiqûqnasên kurd. Ji bo dîtina cihê gora Şêx Seîd çi ji destê me were em ê bikin.”    'TEVGERA OL Û NETEWEYÎ'    Civaknas Seher Akçinar Bayar jî destnîşan kir ku dema li kesên di nava serhildana Şêx Seîd de cih girtin dinihêre, dibîne ku gelek jê mirovên oldar nînin û ev nirxandin klir: “Dîroknasan jî ev rewş gelek caran nirxandine. Di lêkolînên dîroknasan de jî tê dîtin ku Şêx Seîd li dijî binpêkirinên mafan serî hil da ye. Anku mirov dikare bibêje ku di serhildana Şêx Seîd de fikra ol û neteweyî heye.”    Herî dawî jî Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya li ser doza Şêx Seîd û hevalên wî axivî. Kaya, daxuyand ku Tirkiyeyê piştî serhildana Şêx Seîd, li dijî kurdan siyaseta jihevparçekirina kurdan meşand û ev polîtîkaye hêj jî berdewam dike.    Panel bi pêşandana qeftanekî kevn ê Şêx Seîd re bi dawî bû.