Aşkan û Ayaz hatin berdan 2022-06-29 15:55:47   WAN - Aktîvîstên TJA’yê Leyla Aşkan û Ayşegul Ayaz ên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Aşkan û Ayşegul Ayaz ên di 27’ê hezîranê de li Wanê hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger xebatên li dijî tundiya li ser jinê weke sûc nirxandin û Aşkan û Ayaz bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kirin.    Aşkan û Ayaz ên li dadgehê îfadeya wan hatin wergirtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.