Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê 2022-06-29 15:50:47   ENQERE - Rojnamevanên xwestin hevdîtinên Komîsyona Tespîta Kêmtirîn Heqdest bişopînin, bernedan hundirê avahiya wezaretê.    Komîsyona Tespîta Kêmtirîn Heqdest ku ji TURK-ÎŞ a ku aliyê karkeran temsil dike û Konfedarasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK) ku aliyê karsazan temsîl dike û Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakî pêk tê ji bo zêdekirina kêmtirîn heqdest civiyan.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, Rojnameya Duvar, Halk Tv, Tele1 û rojnameya Evrenselê ku xwestin hevdîtina Komîsyonê bişopînin destûr nehat dayîn derbasî avahiya Wezaretê bibin. Rayedarên Wezaretê “kartê çapameniyê yê turkuaz” ku ji aliyê Serokatiya Ragihandiya Serokkomariyê ve tê dayîn wek hêcet nîşan dan.    ROJNAMEVANÊN ÎKTIDARÊ BERDAN HUNDIR    Rayedarên ku destûra rojnamevanên muxalîf nedan, nûçegihanên sazî û dezgehên çapemeniyê yên alîgirên îktidarê berdan avahiya Wezaretê.