Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin 2022-06-29 15:45:22   ÎZMÎR – Xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bang li Serokkomar Erdogan kirin û xwestin ku dengê wan bê bihîstin.    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Di roja 80’emîn a çalakiyê de malbat çûn ber deriyê Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bucayê. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Deng bidin dengê zindanan” li xwe kiribûn.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Sûltan Yagmekan anî ziman ku zarokên wan rastî îşkenceyê tên û wiha got: “Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin. Qawîş û dolabên wan hatine serûbinkirin. Girtiyên edlî têxin qawîşên girtiyên siyasî. Divê kurê min Firat bê emeliyatkirin. Lê belê emeliyata wî nayê kirin. Rewşa hemû girtiyan bi vî awayî ye. Ez li vê derê bang li wezîrê edaletê û serokkomar dikim; destê xwe deynin ser wijdana xwe. Bila dengê me bibihîzin.”    'DÊ DINYA DENGÊ ME BIBIHÎZE”   Bi domdarî Yagmekan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî û axaftina xwe wiha qedand: “Çendek roj berê dîsa birin nexweşxaneyê û jê re gotin; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Gelo hûn ji mirovekî 83 salî çi dixwazin? Heta girtiyên nexweş tên dermankiprin jî dê têkoşîna me berdewam bike. Em ê dengê xwe bi hemû dinyayê bidin bihîstin. Tenê dayikek jî bimîne em ê vê têkoşîna xwe bidomînin.”