Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin 2022-06-29 15:27:53   COLEMÊRG - Duh li qada Girê Sor a li nêzî gundê Deştanê yê Çelê di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa tirk de pevçûn derketin. Hat zanîn ku di şer de 3 leşker hatine kuştin.   Duh di saetên serê sibehê de li qada Girê Sor a nêzî gundê Deştanê yê Çelê ya Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa tirk de pevçûnên dijwar qewimîn. Hat zanîn ku gerîlayên HPG'ê li dijî du wesayîtên ku di navbera Bayrak Tepe ya herêma Girê Sor û baregehên leşkerî yên artêşa tirk ên li Herêma Federal a Kurdistanê de rê çêdikirin û mewziyên leşkeran çalakî kirin. Li gorî agahiyan, di encama çalakiyan de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.   Çavkaniyan da zanîn ku cenazeyên leşkerên hatine kuştin û birîndarkirin rakirin Nexweşxaneya Sehra ya Serê Sêvê ya li herêma Ertûşê. Her wiha çavkaniyên ji herêmê gotin ku ji ber şer û pevçûnên duh Deriyê Sînor ê Uzumluyê hatibû girtin lê çend saetan piştre di bin kontrola leşkeran de hatiye vekirin.