Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî 2022-06-29 14:31:44   HATAY - Li 22 girtiyên ku li dijî sepana kamerayê ya li Girtîgeha Îskenderûnê derketin, bi îdiaya “xesarê dane malê cemaweriyê”, li her yekê salek cezayê hefsê hat birîn.    Di 13’ê mijdara 2015’an de li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T’yê girtî li dijî sepana bicihkirina kamerayan a li qawîşan derketin û kamerayan şikandibûn. Gardiyanan li girtiyên dabû û derbarê girtiyên bi navên Abdulazîz Îbrahîm, Abdulkadîr Atici, Abdulkadîr Sert, Cahît Baybarîz, Emrullah Abay, Ferhat Demîrbaş, Habîl Emen, Hamza Ungur, Huseyîn Aydin, Îsmaîl Genç, Mehmet Serhat Polatsoy, Mehmet Şafak Elçîçek, Mustafa Turkoglu, Ozgur Ozçelîk, Rahmettullah Kaplan, Ramazan Aras, Ridvan Orak, Sînan Tutmaz, Suleyman Benzer, Taner Sala, Vedat Çelîk û Yusuf Başaran bi îdiaya “raperîna hikumxwar û girtiyan” û “xesarê dane malê cemaweriyê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya derbarê girtiyan de li Dadgeha Cezayê Asliyê ya 2’yemîn a Îskenderûnê hat lidarxistin. Hin girtî û parêzerên xwe Mehtap Sert, Beyhan Guneylî, Mert Yerden û Şengul Keleş di danişînê de amade bûn.    Girtiyan tawanbariyên di îdianameyê de red kirin û diyar kirin ku gardiyanan du caran îşkence li wan kiriye. Parêzeran ji bo miwekîlên xwe biryara beraetê xwestin. Dozger jî xwest girtî bên cezakirin.    Dadgehê bi îdiaya “xesar dane malê cemaweriyê” li her girtiyekî salek cezayê hefsê birî. Her wiha dadger cezayê hefsê ku birî jî taloq nekir.