Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin 2022-06-29 14:14:17   ERDEXAN - Girtiya bi navê Gamze Demîrbaş ku cezayê wê xelas bûbû û hatibû berdan, li ser biryara şewitandina înfazê ya Dadgeriya Înfazê ya Baybûrtê, 5 meh piştre dîsa hate girtin.    Înfaza gelek girtiyên ku cezayên wan xelas dibe û tên tehliyekirin, bi hinceta “cezayên wan ên hucreyê hene” tê şewitandin û dîsa dikevin girtîgehê. Piştî nivîskara kurd Leyla Saraç ku 8 meh piştî tehliyeyê bi hinceta “cezayê wê yê hucreyê heye” dîsa hatibû girtin, niha jî Gamze Demîrbaş a li Erdexanê dijî bi heman hincetê hate girtin.    Duyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Qersê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dabû Gamze Demîrbaş. Demîrbaş, ev cezayê xwe xelas kir û di meha çileyê de hate berdan. Lê belê înfaza wê bi hinceta “Zêdetirî 3 cezayên wê yên hucreyê hene” hate şewitandin û dîsa hate girtin.    DÊ SALEK Û SÊ MEHÊN DIN DI GIRTÎGEHÊ DE BE   Dadgeriya Înfazê ya Baybûrtê ku li dosyaya Demîrbaş dinihêrt bi hinceta “Her çend ku biryara tehliyeyê hatibe dayîn jî, ji ber ku zêdetirî 3 cezayên wê yên hucreyê hene, nikare ji tehliyeya bişert sûd bigire” biryara tehliyekirinê betal kir. Demîrbaş ku şandin Girtîgeha Erdexanê, dê salek û 3 mehên din di girtîgehê de bimîne.    JI BO SARAÇ JÎ HEMAN BIRYAR HATIBÛ DAYÎN   Her wiha nivîskara kurd Leyla Saraç ku li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê dihat ragirtin. Piştî ku cezayê xelas kirî di 25’ê cotmehê de hate berdan. Lê 8 meh piştre bi hinceta “9 cezayên wê yên hucreyê hene”, biryara girtina wê hatibû dayîn. Piştî biryara Dadgeriya Înfazê ya Baybûrtê, nivîskar Saraç li Balafirgeha Îzmîrê hatibû binçavkirin. Dadgehê bi sedema “înfaza wê hatiye şewitandin” biryara girtinê da. Saraç, şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.