Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin 2022-06-29 13:46:11   MÊRDÎN - Li gundê Quzêrîb yê navçeya Stewrê li bîreke avê de cenazeyê zilamekî hate dîtin.    Li gundê Quzêrîb yê navçeya Stewra Mêrdînê li bîreke avê de cenazeyek hate dîtin. Piştî gundiyan agahdarkirin tîmên tenduristiyê û cenderme hatin cihê bûyerê. Piştî ku Serdozgeirya Komarê ya Stewrê hate agahdarkirin di bîrê de lêkolîn hatin kirin. Hate hîn bûn ku cenazeyê aydê zilamekî ye ji bîrê hate derxistin. Hate diyarkirin ku cenaze aydê Rifat Orak ê 75 salî ku beriya demekê winda bûbû ye.    Piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenaze ji bo kirariyên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê.