Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin 2022-06-29 13:21:52   AGIRÎ - Zulkuf Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, dema biribûn revîrê 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence lê kiribûn. Parêzerê wî derbarê îşkenceyê de gilî kir.    Zulkuf Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, dema di 21’ê Hezîranê de biribûn revîrê 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence lê kiribûn. Parêzerê wî Sertaç Çelîkkalelî ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Panosê da, derbarê îşkenceyê de gilî kir. Çelîkkalelî bi lêv kir ku piştî gardiyanan îşkence li muwekîlê wî kirine bêyî ku were dermankirin dîsa paş ve birine qawişa wî.    ‘2 SAETAN ÎŞKENCE KIRIN’   Çelîkkalelî, bi bîr xist ku Kaya di 21’ê Hezîranê de ji ser hişê xwe çûye û wiha got: “Piştî muwekîlê min ji ser hişê xwe diçe, ew birine revîrê gardiyan li vir jê re dibêjin ‘tu ji xwe wisa dikî’ û hewl dane dermankirina wî asteng bikin. Muwekîlê ku xwestiye mafê xwe ye tenduristiyê biparêze ji aliyê 20 gardiyanan ve bi qasî 2 saetan îşkence lê hatiye kirin. Gardiyanan li muwekîl dane, heqaret lê kirine û bikaranîna mafê wî yê tenduristiyê astengkirine. Ev jî têra wan nekiriye ji bo ku îşkenceya wan li muwekîl kirî dernekeve holê bêyî ku muwekîl derman bikin careke din birine qawişa wî. Hemû hevalên wî yên qawişê bûne şahid ku îşkence li muwekîlê min hatiye kirin û hevalên wî ew pansuman kiriye.”   PARÊZER GILÎ KIR   Çelîkkalelî gotinên Kaya yên “Bila herkes bizane ku li Girtîgeha Panosê îşkence û zilm heye” bi telefonê bi malbata xwe re axivî, bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Me derbarê gardiyanên ku îşkence li muwekîlê min kirin de gilî kir. Em dixwazin ku derbarê gumanbaran de lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin. Me ji bo ku dozger lêpirsîna pêwîst bide dest pêkirin û derbarê gumanbaran de doza cemaweriyê veke li dozgeriyê serlêdana sûc kir.”   ÇI QEWIMÎ BÛ?   Zulkuf Kaya yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê tê ragirtin diyar kir ku dema ew di 21’ê hezîranê de birine revîrê 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence li wî kiribûn. Kaya yê ku bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû, tiştên jiyan wiha vegotibûn: “Bila herkes bizane ku li Girtîgeha Panosê îşkence heye. Îşkenceya ku li min kirin li ber çavên bijîşkê revîrê kirin. Em dixwazin parêzer bên serdana girtîgehê û tiştên diqewimin bibînin.” Li aliyê din malbata Kaya banga hestiyariyê li parazvanên mafên mirovan kiribû.