Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye 2022-06-29 13:19:22   AMED - Derket holê ku lêpirsîna bi hêceta danezana ji bo “Qirkirina Ermenan” derbarê Baroya Amedê de di wesfê danezana Amerîkayê ya têkildarî qirkirinê de bûye, hatiye destpêkirin.    Heta niha ji ber ku Baroya Amedê têkildarî salvegera Qirkirina Ermenan daxuyanî dane, derbarê wan de sê lêpirsîn hatine destpêkirin. Du dozên derbarê endamên Desteya Rêveberiya Baroya Amedê de ku ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan dabûn de doza bi îdiaya “Miletê Tirkiyeyê, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê biçûk xistin e” hatibûn vekirin û bi biryara beraetê encam bûbûn. Tevî van her du biryarên beraetê hene jî derket holê ku vê carê derbarê Baroya Amedê de ji ber ku daxuyaniya wê di wesfê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden a di sala 2021’an de têkildarî salvegera Qirkirina Ermenan dabû, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Serdozgeriyê di fezleka xwe de dibêje ku Baroya Amedê di salvegera qetlîamê de danezana wê di wesfê ya Jo Biden de bûye û gotina “Qirkirinê” ya Baroyê û Joe Biden şibandiye hev.    DU GILÎKIRIN    Gilîkirinek li ser pergala UYAP’ê û gilîkirinek din jî ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re ku hatiye kirin. Polîsan têkildarî van gilîkirinan de fezleke amade kiriye û Serdozgeriyê jî  lêpirsîn daye destpêkirin. Di fezlekeyê de hat gotin ku Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî belav kiriye û banga “qirkirinê” kiriye.    Baroya Amedê ragihand ku bi destûrdayîna Wezareta Dadê re derbarê Serokê Baroyê Nahît Eren, endamên Desteya Rêveberiyê Zuhal Işık, Serdar Ozer, Seyît Riza Karakaş, Mehmet Erdem, Alî Îsmet Gîrgîn, Diyar Ruknedîn Çetedîr, Mehdî Ozdemîr, Oyku Çakmak, Hatîce Demîr û Atîlla Berk de lêpirsîn hatiye destpêkirin.