Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin 2022-06-29 11:37:13   MÊRDÎN – Li Mêrdînê ji bo veguhastina nava bajar û navbera navçeyan ji sedî 30 zem hate kirin.    Di meha adarê de li Mêrdînê ji bo veguhastinê zem hatibû kirin û niha dîsa zem hate kirin. Ji bo heqê wesayîtên gel ên nava bajêr û di navbera navçeyan de ji sedî 30 zem hate kirin. Terîfeya nû îro ji danê sibehê ve kete meriyetê. Zema hatiye kirin hem ji bo rêwiyên xwedî kart û hem jî yên bêkart bi heman awayî hate kirin.    Bi zemên nû re heqê rê yê nava bajêr ji 4 TL’an derket 5 TL û 25 qurişan. Ji bo hatin û çûna navçeya jî bi heman awayî zem hate kirin. Li gorî vê; heqê rê yê di navbera Qoser-Artûklûyê de ji 9 TL’an derket 12 TL’an, yê di navbera Artûklû û Nisêbînê de ji 30 TL’an derket 40 TL’an û yê di navbera Artûklû û Mîdyadê de jî ji 30 TL’an derket 40 TL’an.    Di nava bajar de heqê rê yê kesên bêkart ji 5 TL’an derket 7 TL’an. Bi heman awayî heqê rê yê kesên bêkart ên di navbera Qoser-Artûklûyê de jî ji 11 TL’an derket 14 TL’an.