Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye 2022-06-29 11:01:31   AMED - Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, parlamenterê HDP’ê yê berê Nadîr Yildirim xist lîsteya lêgerînê ya kategoriya sor û ji bo wî bi 10 milyon TL’an xelat destnîşan kir. Dadgeha kargerî jî ev biryara wezaretê di cih de dît.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di sala 2021’an de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê dema 26’an Nadîr Yildirim xist lîsteya lêgerînê ya kategoriya sor û ji bo dîtina wî 10 milyon TL xelat destnîşan kir. Li ser vê yekê parêzerê Yildirim, Mehdî Ozdemîr serî li 3’yemîn Dadgeha Kargerî ya Enqereyê da.    Ozdemîr, di serlêdana xwe de diyar kir ku biryara girtinê ya dadgehan a derheqê parlamenterekî de ya ji bo xebatên siyasî, tenê di nava sînorên welêt de derbasdar e û biryara girtinê ya li derveyî welat jî dikare ji hêla Înterpolê ve were dayîn û divê ev biryara hatiye dayîn were betalkirin. Lê belê dadgehê ev serlêdan, di cih de nedît.  Dadgeha Kargerî da zanîn ku dadgehên cuda derheqê Yildirim de biryarên girtinê dane û îdia kir ku biryara hatiye dayîn li dijî hiqûqê nîne.    ‘HIQÛQA NAVXWEYÎ HATE BINPÊKIRIN’   Parêzerê Yildirim, Mehmet Ozdemîr têkildarî biryarê axivî û wiha got: “Dadgehê; biryarên girtinê yên ji ber xebatên di dema parlamenteriyê û ji ber Doza Sereke ya KCK’ê hatibûn dayîn, weke hincet nîşan da û biryara xelata ji bo wî hatiye diyarkirin hiqûqî nirxand. Rêziknameya Xelatê wezaretê di nava xwe de derxistiye. Lê belê biryarên girtinê yên derheqê şexsan de tên derxistin dikeve ber xala 90’emîn a CMK a bi Hejmar 52-71’an. Di esasê xwe de li nava sînorên Tirkiyeyê dikeve meriyetê. Ji bo ku ev lêgerîn li qada navneteweyî jî were kirin, di esasê xwe de hewceye biryara bultena sor bê dayîn. Ji bo vê jî divê Wezareta Edaletê bi welatên têkildar re bikeve nava hewldanan. Ji bo Înterpolê jî divê kar û barên lêgerînê yên 5 salan pêk bînin. Lê belê derheqê Yildirim de bi sedan biryarên girtinê yên dadgehên herêmî hene. Lê tu bandora van biryaran li derveyî sînorên Tirkiyeyê tune ye.”   DÊ ÎTÎRAZ BIKE   Herî dawî jî Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Pêkanîna vê biryarê ya li derveyî welat, binpêkirina hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Biryara ji bo Yildirim hatiye dayîn, ji bo parlamenterên li Tirkiyeyê jî gefek e. Ji hêla rêza meqaman ve Rêziknameya Xelatan ji CMK’ê mezintir nîne. Di esasê xwe de rêziknameyeke ku ne li gorî qanûnan divê nekeve meriyetê. Dadgehê ji bo ku li gorî hiqûqê be, di nava xwe de bêhiqûqî kir. Ev biryar û xelat ji bo parlamenterekî hate dayîn. Ev yek li ser welatiyên ji rêzê jî xetere ye. Em ê îtîrazî biryara 3’yemîn Dadgeha Kargerî ya Enqereyê bikin û vê pêvajoya hiqûqî bidomînin.”