Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd 2022-06-29 10:59:23   MÊRDÎN - Salek û 8 meh cezayê hefsê yê bi îdiaya “rewşa baş” , “kesayet û paşeroja bersûc” li çawişê pispor Bestamî Dûman ê Hazna Su’ya 52 salî bi lêdana wesayîta zirxî kuştibû wergerandin 18 hezar lîreyan. Dadgehê dû re rewşa bersûc a aboriyê berçav girt û ceza dabeşî 10 teqsîdan kir.    Li navçeya Qosera Mêrdînê di 11’ê çile de çawişê pispor Bestamî Duman wesayîta zirxî li Hazna Su ya 52 salî dabû û bûbû sedema mirina wê. Dadgehê cezayê hefsê yê li Duman birî dabeşî teqsîdan kir.  Di danişîna doza çawişê pispor Duman ê ji sûcê “bi xeletî bû sedema mirinê” negirtî tê darizandin, hefteya derbasbûyî biryar derket. Tevî ku di rapora lêkolîna cihê bûyerê, Rapora Pispor û Saziya Tiba Edlî (ATK) ji sedî sed sûcdar hate dîtin jî 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Qoserê ji sînorê herî jêr 2 sal cezayê hefsê li Duman birî. Dadgehê bi îdiaya Duman di danişînê de “di halekî baş de bû” ceza daxist salek û 8 mehan.    TÊRE NEKIR KIR 10 TEQSÎD    Dadgehê, pişt re cezayê derbarê Duman de ji rojê 30 lîreyan hesap kir û wergerand 18 hezar lîre cezayê pereyan ê edlî. Vê yekê jî têre dadgehê nekir û dadgehê biryar da ku ev pere bi 10 teqsîdan were dayîn.    HINCETA DAXISTINÊ: PAŞEROJA ÇAWIŞÊ PISPOR    Dadgehê biryara bihincet a derbarê çawişê pispor de aşkere kir. Dadgehê di biryarê de destnîşan kir ku bersûc Dûman “Ji ber bêbaldarbûn, bêtedbîrî û li dijî qûralan tevgeriya ye bi awayekî sereke biqûsir e”. Dadgehê di biryarê de diyar kir ku Hazna Su “bêqisûr e” û qisûrbûna bersûc di raporan de jî heye. Dadgehê berdewama biryarê de wiha got: “Paşeroja bersûc, bandora ceza ya li ser pêşeroja wî, rewşa wî ya baş a di danişînê de berçav hatin girtin û cezayê wî hate daxistin.”    HINCETÊ TEQSÎDÊ: REWŞÊN ŞEXSΠ   Dadgehê diyar kir ku bi hinceta “kesayeta bersûc, wesfa sûc, taybetiyên kirina sûc” cezayê hefsê wergerand cezayê pereyî. Dadgeha ji bo teqsîdkirina cezayê pereyan jî “Rewşa bersûc a aboriyê û rewşên şexsî” li ber çavan girtin û kir hinceta dabeşkirina teqsîdê.    DERBARÊ BÛYERÊ DE   Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 11’ê çile de leşkere bi navê Bestamî Duman ê ku çawişê pispor e wesayîta zirxî li Hazna Su ya 52 salî dabû û ew kuştibû. Bestamî Duman dema hatibû binçavkirin îdia kiribû ku Hazna Su’yê “Ji nişka ve xwe avêtiye ser rê” û ji bo ku negirtî were darizandin hate berdan. Tevî ku di rapora lêkolîna cihê bûyerê, Rapora Pispor û Saziya Tiba Edlî (ATK) ji sedî sed sûcdar hate dîtin Jî Duman bi awayekî negirtî hate darizandin.      MA  / Ahmet Kanbal