Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin 2022-06-29 09:03:09   RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bertek nîşanî 3 meh cezayê dîsîplînê yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn da û got: "Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin."   Piştî bi dawîbûna 3 meh qedexekirina hevdîtinê ya bi îdiaya cezayê disiplînê yê ku di 3'yê sibata 2022'yan de li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de hatibû birîn, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn. Parêzeran di 7'ê hezîranê de serî li dadgeriyê dabûn û xwestibûn demildest rû bi rû hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Her wiha parêzeran di serlêdanê de xwestibûn hîn bibin bê ka cardin qedexeyeke hevdîtinê ya li ber hevdîtina bi malbatê û parêzeran re heye yan na.    Lê belê dadgeriyê di 8'ê hezîranê de bersiva serlêdanê dabû. Dadgeriyê çendî ku dema cezayê disiplînê bi dawî bûbû jî, di bersiva xwe de gotibû "hê jî cezayên wan ê disiplînê didome" û serlêdana parzeran red kiribû. Piştî vê parêzer di 15'ê hezîranê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Bûrsayê dabûn. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê di 23'yê hezîranê de bersiva serlêdana parêzeran daye. Dadgehê di bersiva xwe de ragihandiye ku Serokatiya Desteya Disiplînê ya Îmraliyê di 31'ê gulanê de 3 meh cezayê dîsîplînê yên din li Ocalan û girtiyên din biriye. Dadgehê bi hinceta ku 3 meh cezayê dîsîplînê yê nû hatiye birîn serlêdan red kiriye.  ‘JI FIKRÊN OCALAN DITIRSIN'   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu anî ziman ku hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re ji sala 199'an ve bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" dihatin astengkirin, lê di salên dawî de jî ji bo astengkirinê "cezayên dîsîplînê" tên de prêşkirin. Surucu bilêv kir ku tecrîda li ser Ocalan her roj tê girankirin û got: "Polîtîkaya tecrîdê ji zû de tê pêkanîn. Hevdîtina malbatê û parêzeran a bi birêz Ocalan re tehemul nakin. Û her tim pêşî li ber vê digirin. Ev pergal ji fikirên birêz Ocalan ditirse. Ji rola wî û pêşengiya wî ya di meseleya kurdî de ditirsin. Ji aştiya ku ew ê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêk bîne ditirsin. Astengkirina hevdîtinan jî hewldana ji bo domandina vê polîtîkayê ye."    ‘TIRKIYE LI GORÎ QANÛNÊN XWE TEVNAGERE'   Surucu destnîşan kir ku tecrîd israra domandina polîtîkaya şer e û wiha berdewam kir: "Ji sala 2015'an ve birêz Ocalan piştî çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiyên gel bi malbata xwe re hevdîtin kir. Tiştên niha tên pêkanîn di qanûnên Tirkiyeyê de jî tune ne. Tirkiye li gor qanûnên xwe jî hereket nake. Li gor qanûnê mafê girtiye ku mehê carekê hevdîtineke girtî û yek jê jî vekirî bike. Helbet Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Dewlet jî baş bi vê dizane. Ji lewre ji bo meseleya kurdî û aştiya Tirkiyeyê roleke girîng a Ocalan heye."    MEŞA GEMLÎKÊ    Surucu diyar kir ku çapemeniya nêzî desthilatê di demên dawî de dibêje dibe ku hevdîtin bi Ocalan re çêbibin û bal kişand ser astengkirina li ber hevdêtin bi parêzeran û malbatê re. Her wiha Surucu bertek nîşan da ji ber ku hevdîtina bi malbatê re wekî "lutfekê" tê nîşandan. Surucu li ser çalakiyên ji bo Ocalan tên lidarxistin jî sekinî û wiha axivî: "Bi hezaran mirov tevî hemû qedexe û astengiyan jî berê xwe dan Gemlîkê. Gelek mirov hatin binçavkirin, lê yekî ji wan jî paş de gav neavêt û careke din israra xwe ya ji bo şikandina tecrîdê anîn ziman. Tenê ne kurd, dosteên kurdan, sosyalîst û demokrat jî ev daxwaz bilêv kirin. Cihê lê bûn kirin Gemlîk û bang kirin ku demildest divê tecrîda li ser Ocalan bê şikandin."    AZADIYA OCALAN   Surucu bilêv kir ku polîtîkaya şer a bi ixrar tê domandin krîza aborî, siyasî û mafên mirovan kûrtir kiriye û got: "Îro ro daxwazeke gelê kurd û tevahiya gelên ji bo demokrasiyê têdikoşin heye. Ev tenê ne şikandina tecrîdê ye, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e jî. Demidlest divê ji bo azadiya Ocalan şert û merc bên guherandin. Ji bo bêedaletî, şer bi dawî bibe û ji bo rêyên muzakareyên bên vekirin ji bo çareserkirina meseleta kurdî û ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê atmosfereke azad hebe. Bi şikandina tecrîdê em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin. Û careke din dubare dikim, em ê heya dawiyê  bitêkoşin û vê têkoşînê mezin bikin ji bo azadiya Ocalan."    MA / Ceylan Şahînlî