Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin 2022-06-28 23:55:03   COLEMÊRG – Hat diyarkirin ku piştî pevçûnên dijwar ên li herêma Deştanê ya Çelê, Deriyê Sînor ê Uzumluyê ji bo çûn-hatinê hatiye girtin.    Li gor agahiyên bi dest ketin, li herêma Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de şerekî dijwar qewimiye. Hat ragihandin ku piştî şerê dijwar ê li qada Girê Sor Deriyê Sînor ê Uzumlu yê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Federe de ji bo çûn-hatinê hatiye girtin.   Hat diyarkirin ku bi girtina deriyê sînor re gelek bazirgan û welatiyên çûne Herêma Kurdistana Federe nikarin vegerin.