Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû 2022-06-28 16:40:38   ENQERE - Girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk ji girtîgeha lê girtî ye bi alîkariya parêzerên xwe bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê hat kirin.    Danişîna 14’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de berdewam dike. Li ser biryara dadgehê ku danişînek beriya niha biryara beşdarkirina dozê ya girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk hatibû dayîn. Li ser vê yekê Tugluk bi alîkariya parêzerên xwe ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin.    ‘EZ Ê PAŞÊ PARASTINA XWE BIKIM’    Tugluk ji ber nexweş e bi zehmetî axivî û zehmetî ji pirsên dadger fêm kir. Serokê dadgehê ji Tugluk naveroka hin nûçeyên roportajên ku dabûn pirs kir. Tugluk jî got: “Rewşek min a taybet heye. Ji ber ez nexweş im nikarim xwe bînim ziman. Ji ber nexweşîna xwe ez ê paşê parastina xwe bikim.”    Parêzer Kenan Maçoglu axivî û diyar kir ku raporek nû ya derbarê Tugluk de dê bê û ew di rewşek ku nikare parastina xwe bike de ye.    Tugluk piştî kêliyekê xwest ku ew ji danişînê veqete. Di vê navberê de siyasetmedarên ku li eywana danişînê bûn, bi Tugluk re sohbet kirin. Siyasetmedaran çi got jî lê Tugluk ji fêmkirinê zehmetî kişand. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku li heman girtîgehê ye ji Tugluk re tiştên ku hatin gotin, ragihand. Siyasetmedaran ji Tugluk re gotin “tu çawayî.” Lê Tugluk bersiva wan nikaribû bide. Tugluk ji Gultan Kişanak re got “tu jî ji wan re bêje hûn çawa ne.” Van gotinên Tugluk balê kişand ser xwe.    Tugluk li odeya SEGBÎS’ê danişînê dişopîne û danişîn bi parastina Fîgen Yuksekdag berdewam dike.