Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê 2022-06-28 16:22:23   ÎZMÎR - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Îzmîrê berdewam dike û di çalakiyê de hat gotin girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li pêşiya Baroya Îzmîrê di roja 79’emîn de berdewam kir. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Alîaga ya Îzmîrê û Platforma Azadî ji bo Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk jî hatin serdana malbatên ku nobedê digirin. Malbat pêşmalkên “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kirin û dest bi nobedê kirin.    Di destpêkê de Hevseroka HDP’a Navçeya Alîaga Gul Ekîncî axivî. Gul destnîşan kir ku her ku diçe rewşa polîtîkaya tecrîdê girantir dibe û got: “Havalên ku me bi wan re hevdîtin kirine anîn ziman ku ew di kawîşê 15 kesî de 30 kes dimînin. Girtîgeh vegûherîne navendên îşkenceyê. Em dixwazin bi awayekî demildest girtiyên nexweş bên berdan û tedawiya wan bê kirin."   ‘DAXWAZÊN ME QEBÛL BIKIN'    Piştre dayika girtî Hanim Sever axivî û xwest ku pergala tecrîdê bê rakirin. Sever anî ziman ku ew nêzî 3 meh in di Nobeda Edaletê de ne û ne dengê wan hatiye bihîstin ne jî daxwazên wan hatine qebûlkirin. Sever xwest ku ji bo ku li girtîgehan de mirin çênebin, daxwaz bên qebûlkirin.