Ji HDK'ê konsereke pirzimanî 2022-05-27 22:42:07 ÎZMÎR - Meclîsa Çand û Hunerê ya HDK Îzmîrê, ji bo deklerasyona xwe îlan bike konserek li dar xist. Di konserê de stranên kurdî, tirkî û yûnanî hatin gotin.  Meclîsa Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li qada konserê ya Îzmîr Kulturparkê deklerasyona xwe ya damezrandinê bi konserekê ragihand. Bi sedan kes tev li konserê bûn û bertek nîşanî qedexekirina konseran dan. Di konserê de stranên kurdî, tirkî û yûnanî hatin gotin.    Axaftina destpêkê bi kurdî û tirkî hat kirin. Metna kurdî ji aliyê endamê Meclîsa Bajêr a HDK'ê ya Îzmîrê Sabrî Gul û tirkiya wê jî ji aliyê Hevberdevka Meclîsa Çand û Hunerê ya HDK'ê ya Îzmîrê Mehtap Alîşan ve hat xwendin.    Di metna hat xwendin de hat diyarkirin ku huner demareke girîng e ji bo hebûna civakê û domandina wê û di heman demê de pêwendîdanîna civakan a bi hev re ye. Hat diyarkirin ku ev ax axeke pirzimanî, pirnasnameyî û pirbawerî ye û dergûşa çand û hunerê ye û ev tişt hatin gotin: "Çendî li vê axê yek nasname, yek çand û helwesta hunera serwer bê ferzkirin jî lê li Anatolya û Mezopotamyayê li hember vê hunera dewlemend û kokdar encama hatiye xwestin bi dest neketiye. Desthilata siyasî û hêlên pergalê yên kûr li hundur pandemiyê kirin hincet û polîtîkayên berberîbûnê pêk anîn û li derve jî siyaseta şer û pevçûnan li civakê ferz dikin. Em wisa difikirin ku em ê bi hunerê karibin helwesta xwe ya herî xurt nîşan bidin."    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişa li ser hunerê ya di dema pandemiyê de dest pê kiriye hê jî didome û got: "Bi hinceta pandemiyê çalakiyên hunerê piştî 1'ê şevê qedexe ne. Desthilatê bi awayekî qismî di warê maddî de alîkariya hin derdoran kir, lê ji bo hunerê û hunermendan xwe li nedîtinê danî. Di dema pandemiyê de bi tu awayî piştgiriya hunermendên kuçeyan nehat kirin. Lewma em di van şert û mercan de dibêjin 'Huner berxwedan e, em bi serîhildanê ber bi jiyana nû ve dimeşin' û bi vê dirûşmeyê em têkoşîna çand û hunerê bilind dikin û Meclîsa Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê deklere dikin. Em bi hunerê ber bi azadî û wekheviyê ve dimeşin."    Paşê Endamê Desteya Rêvebir a HDK'ê Ûgûr Bayrak jî axivî û got, faşîzm tecrîdê pêk tîne. Bayrak destnîşan kir ku tenê ne Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tevahiya welêt tê tecrîdkirin û got: "Zilm li hunermendan tê kirin. Tu ziman û stran nayê qedexekirin. Bi deh hezaran kes di zindanan de ne. Di serî de Aysel Tûglûk bi hezaran girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Em doza berdana hemû girtiyên nexweş dikin. Ev sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Silav li kesên li dijî faşîzmê li ber xwe didin, silav li kesên dibêjin aştî. Mesele tenê ne şerê li Başûrê Kurdistanê ye. Şer li ku dibe bila bibe em li dijî şer in. Ne zilm ne jî îşkence nikarin me bitepisînin."    Çalakî piştî axaftinan bi stranên komên muzîkê Patîka/Rebetîka, Praksîs, Golge Muzîk û hunermend Kasim Taşdogan dewam kir.