Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir 2022-05-27 21:48:51   BEDLÎS- Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" ya Şanoya Mencelê ku dihat payin dê 31'ê Gulanê de bihata lîstin, betal kir.    Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" ya Şanoya Mencelê ku dihat payin dê 31'ê Gulanê de bihata lîstin, betal kir. Li gor agahiyên bi dest ketin, qeymeqamtiyê ewilî ji bo lîstikê gotiye "Li navenda çandê pirsgirêkeke teknîkî heye". Piştî vê ekîb çûye navenda çandê û xwestiye pirsgirêka teknîkî fêm bike bê ka çi ye. Navenda çandê ji ekîbê re gotiye "tu pirsgirêk tune ye, hûn dikarin bilîzin." Bi vê re kişf bûye ku qeymeqamtiyê belesebeb destûra lîstikê nedaye.