Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin 2022-05-27 18:31:09   ÎZMÎR - Daxwaza ji bo redkirina dadgerê Doza Denîz Poyrazê ya parêzerên malbata Poyrazê hat redkirin.    Onûr Gencer di 17'ê Hezîrana 2021'ê de bi çekê êriş biribû ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û li avahiyê xebatkara partiyê Denîz Poyrazê qetilkiribû. Di danişîna 29'ê Nîsanê de parêzerên malbata Poyrazê bi hinceta ku endamên Dadgeha Ceza ya 6'an a Îzmîrê bêalîbûna dadgehê û şert û mercên darizandina adil binpê kirine doza redkirina dadger kiribûn.   Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Îzmîrê daxwaza parêzeran red kir.