Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin 2022-05-27 16:50:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de di nav du rojan de 18 leşker hatine kuştin.    Êrîşa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dabû destpêkirin berdewam dike. HPG'ê derbarê êrişên ku didomin de daxuyaniyek da û li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, di êrişên 25 û 26'ê gulanê de Tirkiyeyê 28 caran êrişên kîmyewî pêk aniye û 63 caran herêman bi balefirên şer bombe baran kiriye. Di êrişên ku pêk hatine de 18 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 5 leşker jî birîndar bûne.