Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin 2022-05-27 16:46:40   ENQERE - Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku pêşniyarqanûna ku ji meclisê re hatiye şandin paş ve bê kişandin û wiha gotin: "Zagonên ku nêrînên rêxistinên rojnamegeran nehewînin dê nikaribin dezenformasyonê ji holê rakin."   Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Enstîtuya Çapameniyê ya Navneteweyî (IPI), Komîteya Neteweyî ya Tirkiyeyê, Cemiyeta Rojnamegeran, Komeleya Rojnamegerên Nûjen (ÇGD), Konseya Çapameniyê, Haber-Sen û Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê (ÎGC) der barê peşniyarqanûna AKP û MHP'ê peşkeşî Meclisê kiriye, daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi ser navê "Zagonên ku nêrînên rêxistinên rojnamegeran nehewînin dê nikaribin dezenformasyonê ji holê rakin" hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi vê qanûnê re sûceke wek "Bi aşkerayî xelk xelet tê agahdarkirin" li Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) tê zêdekirin û kesên vê yekê dikin jî dê cezayê hefsê lê were birîn.   BANG KIRIN KU PAŞVE BIKŞÎNIN   Rojnamegeran di daxuyaniyê de bal kişan ser tevdîrên wek cezayên pereyan, qedexeya reklaman, astengkirina bandê ya hesabên medyaya dijîtal û wiha gotin: "Ev zagon rasterast karê me eleqedar dike. Lê belê bêyî ku nêrîna me bê pirsîn, li pişt deriyên girtî bi destê burokrat û siyasetmedaran hatiye amadekirin. Bi vê gavê re dê rê li ber mekanîzmaya herî giran a sansur û otosansurê ya di dîroka komarê de. Lewma fikarên me hene. Em bang dikin ku ev qanûn di zûtirin dem de paş de bê kişandin."     'EM RED DIKIN'   Bi domdarî hat destnîşankirin ku hikûmeta AKP'ê ji bo ku ve qanûnê amade bike, nêrîn ji şîrketên amerîkî girtine û daxuyanî wiha dom kir: "Lê nêrîna rojnamegeran li Tirkiyeyê nehat pirsîn. Bêyî ku bingeheke qanûnî jê re were amadekirin, sûcên wek 'dezenformasyon', 'nûçeyên derew', 'agahiyên bêbingeh', 'agahiya ku pê hatiye lîstin' di vê qanûnê de hatine bicihkirin. Ji bo dadgehan sûcên nû peyda kirine. Ev qanûn dê ji hêla dadgehên ku bêalîbûna xwe winda kirine ve bê îstîsmarkirin. Em vê hewldanê red dikin."   BANGA DIYALOGÊ     Di daxuyaniyê de herî dawî ev tişt hatin gotin: "Dezenformasyon, pirsgirêka tevahiya cîhanê ye. Li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene ku mafê gel ê agahîghirtinê binpê dike û asta rojnamegeriyê dadixîne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, em dixwazin ku qanûnên piranîparêz bên derxistin, saziyên demokratîk bên avakirin û mekanîzmayeke venihêrînê ya xurt bê avakirin. Banga me li hemû aktorên siyasî ew e ku piştî betalkirina vê teklîfa qanûnê, bi rêxistinên rojnamegeran re pêvajoyeke berfireh a guftûgoyê bidin destpêkirin. Em vê banga xwe weke berpirsyariyeke dîrokî dibînin."