Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne? 2022-05-27 16:11:56   WAN - Welatiyek ji serok şaredarên CHP’ê ku hatin Wanê pirsa, “Hûn serokşaredar in, digerin. Baş e, serokên şaredariyên me li ku ne?”    Şaredariyên di bin rêveberiya CHP’ê de ji bo komxebatek partiya xwe hatin Wanê. Serok şaredarên CHP’ê li navenda Wanê û navçeyên wê serdana esnafan û xelkê kirin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî din av de şandeya CHP’ê li ser cadeya Cumhuriyet û Mereşê serdana esnafan kirin.    QEYÛM Û KÊŞEYA KURD PIRS KIRIN    Îmamoglu yê ku hema bêje li her devera serdanê wê dike bi pirsên têkildarî qeyûm û pirsgirêka kurd re rûbirû dimîne, li Wanê jî bi heman pirsan re rûbirû ma. Welatiyek ji Îmamoglu dîsa pirsa pirsgirêka kurd kir. Îmamioglu bersiv da û got: “Ew ne karê min e, ew karê maseya 6 serokan e.”    Serok şaredaran û welatiyan sohbet kirin. Di serdanê de welatiyek pirsa ji şandeya CHP’ê kir û got: “Hûn serok şaredar in, digerin, serdana me dikin. Baş e, serokên şaredariyên me li ku ne? Çima qeyûm tayîn dikin. Gelo hûn jî ne ji aliyê gel ve hatin bijartin? Di navbera îradeya li vir û îradeya we ya wir de çi ferq heye? Kiliçdaroglu deh sal berê hat vir û mitîng li dar xist. Di mitînga wî de 30 kes tune bûn. Îro girseyek qelebalix li vir e. Qîmeta viya bizanibin. Rêya Serokkomariyê di nav kurdan re derbas dibe.”     Piştî serdanê şandeya CHP’ê ji bo serokê xwe yê giştî Kemal Kiliçdaroglu pêşwazî bike derbasî Balafirgeha Wanê bû.